Ji rastiyê ditirsin

Çarşem 7 Cotmeh 2020 - 01:00

  • Çeteyên Dewleta Tirk a înkar û qirker ên bi navê polîs doh destê sibê li Amed, Riha, Şirnex û Antalyayê bi ser gelek malan de girtin û Dayikên Aştiyê jî di navê de 9 kes xistin nezaretê.

Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe yên ji wan re polîs dibêje, doh destê sibê li Amed, Riha, Şirnex û Antalyayê bi ser gelek malan de girtin û dayikên aştiyê jî di nav de 9 kes xistin nezaretxaneyê.
Çeteyên dewleta Tirk (polîs) bi ser mala Hevserokê HDP’ê Zulkuf Bîrgul ya ku li Taxa Fatîh a navçeya Erxeniyê ya Amedê de girtin. Polîsên deriyê malê şikandin, ketin hundir û bi lêgerînê alavên malê belavkirin. Bîrgul ê ku ne li malê bû nehat binçavkirin. Di heman demê de polîsan bi erebeyên zirxî avahiya navçeya HDP’ê jî dorpêç kirin. Piştî ku polîs ji mala Bîrgul derketin, ji dor avahiya HDP’ê jî vekişiyan.
 
Li Riha, Şirnex û Antalyayê êriş kirin

Li Rihayê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Dayika Aştiyê Hadle Ogûr û hevjînê wê Cebraîl Ogûr, Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz û welatiyê bi navê Omer Bozdal xistin nezaretê.
Polîsan li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Arîf Geren, Cemal Geren, Îdrîs Kayaalp û Zîndan Molo hatin binçavkirin.
Polîsan li Antalyayê jî bi ser malan de girtin û di serdegirtinan de welatiyê bi navê Halîl Kilici hat binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.