• Hunermenda bi navê Bryony Rose Jennings, ji qumaşên tîşobertîşo bûyî ango yên avêtî, peykerên heywanan çêdike. 

Hunermenda bi navê Bryony Rose Jennings, ji qumaşên tîşobertîşo bûyî ango yên avêtî, peykerên heywanan çêdike. Ji bo peykerên xwe çêke, pêşî rengê van qumaşên avêtî dineqîne û paşê jî van parçeyên qumaşan bi hev ve didirû. Di dawiyê de jî ev berhemên xweşik derdikevin holê.

Jennings berê jî di nav karên cewahiran de maye û gelek mucewherên xweşik sêwirandine. Lê ev 14 sal in ku bi vî karî re mijûl e. Serê pêşî, wê û hevaleke xwe, kerek ji pîneyan sêwirandiye û çêkiriye. Ji hingê ve wê dev jî vî karî bernedaye û bi caw û qumaşên avêtî peykerên heywanan yên xweşik ango rengo rengo disêwirîne. Jennings dibêje, “Ez li rastiyê nagerim, lê karên min li ruhekî digerin. Ev kar ji bo min weke sêhrekê ye û ez pê diguherim. Ez pirr bi şans im ku karekî jê hez dikim, pêk tînim û dikarim debara xwe bi vî karî bikim. Min jî nizanîbû ev rê min ber bi ku ve bibe, lê va ye ez hîna jî dimeşim di vê riyê de.”

Di nav peykerên Jennings yên xewşik û rengo rengo de kûçik, sihorî, rovî, mişk, kûnd û gelek heywanên din jî hene.

BIRMINGHAM