Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî ji bo dersa bijarte ya bi Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) were hilbijartin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de bang li malbatan dike da ku zarokên wan dersên Kurmancî û Kirmanckî li dibistanan hilbijêrin. Daxuyaniya Înîsiyatîfê wiha ye: “Li Bakûrê Kurdistanê dersa bijarte ya  Kurdî (Kurmancî, Zazakî) di Îlona sala 2012´an de kete mufredata perwerdehîyê. Bi vî awayî êdî xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8´an  di bin banê ziman û zaravayên zindî de dikarin bi dilê xwe dersa Kurdî hilbijêrin. Kurmancî û Zazakî jî di nav van dersên bijarte de ne. Di xebatên pedegolojîk ên heta niha de girîngîya dersên bijarte li ber çavan e. Her wiha dersên Kurdî, girîngî û bijartina van dersan ji bo xwendekarên Kurd du caran  girîngtir in. Yek ji ber ku zimanê zarokan ê zikmakî ye ya duyem ji ber ku êdî Kurdî di nav zarokan de zêde nayê axaftin û rewşa Kurdî di bin metirsîyê de ye.

Rayedar û hin mamoste ji bo ku malbat dersa Kurdî hilnebijêrin bi malbatan re dikevin têkilîyê yan jî bi hesasîyeta malbatan ya dînî dilîzin û nahêlin ku dersa Kurdî hilbijêrin. Divê malbat êdî guh nedin van kiryarên rayedarên dibistanan, hişyar bin û ji bo siberoja zarok û zimanê Kurdî, dersa bijarte ya Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN