Hunermenda Ingilîz, Emma Taylor ji pirtûkên avêtî peykerên sê ber yên xweşik çêdike. Ev peykerên wê, carna alav in û carna jî heywanên xweşik in. Her wiha ew keştiyan jî ji kaxezên pirtûkan çêdike. 

Emma Taylor ji bo van karên xwe atlasên kevn bi kar tîne, heger atlasan bi dest nexe jî ew pirtûkên beriya sedsala 20’an tercîh dike. Ji bo ku van peykeran çêke bi saetan dixebite. Emma Taylor dibêje, “Peykerên ku ji nav pirtûkan derdikevin, peykerên xerîb in. Ez bi vî awayî pirtûkên kevnar ên avêtî zindî dikim. Peyv û biwêjên di van pirtûkan de dibin malzemeyên karê min û hûrgiliyên di peykerên min de bala xelkê dikişînin ser xwe.”

Emma Taylor dide zanîn ku metnên kevnar îlhamê didin wê û ew li gorî hestên xwe tevdigere. Yanî hestên wê ew ber bi kîjan pirtûkê ve bibin, wê dineqîne. Hin caran ji bo peykerekî li pirtûkên taybet digere. Emma Taylor dibêje, “Xweza çavkaniya karên min e. Nexasim jî dar û ber babetên sereke yên karên min in. Ez bi van pirtûkan daran jî çêdikim, darên ku guliyên wan hene. Yanî dixwazim bala xelkê bibim ser çavkaniya kaxezê û nîşan bidim ku agahiyên di pirtûkan de pirr qedîm in, weke darên kevn.”

NAVENDA NÛÇEYAN