Ji OHD’ê ji bo tecrîdê bang

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 01:15

Hevseroka OHD’ê Eda Onal têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalan bang li Yekîtiya Baroyên Tirkiyê û hemû baroyan kir ku bi peywira xwe rabin. Onal her wiha got tecrîd tê maneya çaresernekirina pirsa Kurd.

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, serî li Baroya Stenbolê dan. Piştî serlêdanê li Baroya Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka OHD’ê Eda Onal li ser navê parêzeran axivî.

Ev 3 sal in ti xeber nîne

Edayê bi bîr xist ev 3 sal in tu agahî ji girtîgeha Îmraliyê nayê standin û ji 2015’an heta niha tevî serlêdanên ji bo girtiyên din Hamîlî Yidirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tu agahî nîne, parêzeran yek carê jî hevdîtin nekirin. 

Tecrîd çaresernekirina pirsa Kurd e

Edayê da zanîn tu îzahata hiqûqî ya astengkirina mafê hevdîtinê  tuneye. Edayê diyar kir her kes tecrîdê baş dizane û got aşkere ye ku tu mînaka vê li cîhanê tuneye.  Edayê balkişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê û wiha domand: “Tecrîd di heman demê de tê wateya neçarseriya pirsgirêka Kurd. Li dij tecrîdê heta niha gelek hewldan hatin dayîn.  Kampanya û xebat hatin meşandin. Serlêdan ji bo CPT hat kirin. Lê hewldan bê bersiv man. Bersivek bi başî nehatiye dayîn. Em li dijî tecrîdê Yektiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyan careke din vexwenînin ser peywirê.’’

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.