Ji Ocalan peyama konferansa Şengalê
În 18 Tîrmeh 2025 - 03:50
Rêber APO peyamek ji Konferansa Ronakbîriyê ya Şengalê re şand û got, bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re wê êdî ferman neyê serê Êzidiyan, ferman êdî bi dawî bûye.
Rêber APO ku bi banga xwe bû perspektîfa ronesansa Êzidiyan, peyameke taybet ji Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê re şand.
Peyama Rêber APO ya ji bo konferansê wiha ye;
"Beriya her tiştî, ez we li ser navê hevrêyên xwe yên ku li vê derê ne silav dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.
Êzdayetî, ji baweriyek û kevneşopiyekê zêdetir e. Jiyana aştiyane ya bi xwezayê re û pîrozdîtina ruhberan ji xwe re esas digire. Ji ber vê ye ku pergalên zordar her dem Êzidî ji xwe re xeter dîtine. Ji ber ku Êzidî, şopên jiyana azad û wekhev heya roja me anîne.
Jinên Êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrîşên herî giran lê ti carî serî netewandin. Bi berxwedana xwe ya li Şengalê, hem ji bo xwe hem ji bo hemû gelan, hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve ava kirin.
Îro roj têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina civaka Êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedîlêderketina wijdanê mirovahiyê ye.
Mafê herî xwezayî yê Êzidiyan e ku ji xwe re pergalekê ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vî mafî nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî, xwişk û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin mimkûn e.
Pêwîst e herkes vê zanibe; civaka Êzidî ne tenê ye. Ruxmê hemû êşên 73 fermanan, bi berxwedanê xwe gihandine roja me. Bi pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ku em pêş dixin re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aştî, xwişk û biratiyê dixwaze, mijara rûmetê ye."
Peyama Rêber APO ji aliye beşdarên konferansê ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN