Ji nîv milyonê bihurî

Sêşem 22 Adar 2022 - 22:33

  • Li Başûr û Rojhilatê Sûrî ji bo ku PKK ji "lîsteyên terorê" bê derxistin heta niha bêhtirî 500 hezar îmzeyî hatine berhevkirin û kampanya ji Dêrikê heta bi Şehbayê dewam dike. 

Pêngava derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” li nav erdên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûroyê didome. Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ev kampanya li temamê dinyayê dabû destpêkirin. Heta niha zêdetirî 500 hezar îmzeyî hatin komkirin. 

Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî 13`ê Kanûnê ev kampanya ji bo ku navê Partiya Karkerên Kudistanê (PKK) ji “lîsteya terorê” bê derxistin, ragihandibû.

Zêdetirî hezar kesayetên ji zêdetirî 30 dewletan destekê didin vê pêngavê. Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi rêya nivîsgeh û endamên xwe yên li navçe û bajaran li Rojavayê Kurdistanê pêngavê bi rê ve dibe.

PYD`ê li bajar, navçe, bajarok û gundewaran komîte ava kirin da ku biçe serdana malan û dest bi komkirina îmzeyan bike. Şêniyan bi giştî piştgiriya xwe bi PKK'ê re nîşan dan.

Li gorî daneyên komîteyan, heta niha hejmara îmzeyan gihiştiye 526 hezar û 295´an. Daneyên komîteyan nîşan didin ku gelên Rêveberiya Xweser hemû destekê didin kampanyayê. 

Li Rojava pêngav dewam dike 

Li bajar û navçeyên kantona Hesekê pêngav dewam dike. Li gelek navçeyan, encamên pêngavê hatin ragihandin; li Dirbêsiyê 3 hezar û 744 îmze, li Holê 10 hezar, li Til Temirê 22 hezar û li Şedadê 29 hezar û 500 îmze hatin komkirin. 

Pêngav li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê jî dewam dike. Encamên pêngavê yên li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa hatin eşkerekirin. Li gorî daxuyaniya Meclîsa PYD`ê li Tirbespiyê 32 hezar û 58 îmze û li Çilaxa 16 hezar û 284 îmze hatine komkirin.  

PYD`ê li Girkê Legê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di çarçoveya pêngavê de 26 hezar îmze kom kirine.

Li Tebqayê 136 hezar îmze

Li gorî komîteyan, li herêma Tebqa û gundewarê wê 136 hezar û 520 îmze û li Dêra Zorê jî qederê 10 hezar îmzeyan hatine komkirin. 

Li Reqayê jî pêngav heta 15`ê Nîsanê wê dewam bike. 

Endama Înîstiyafê ya Tebqayê, Şeza El-Hisên diyar kir ku ew di kolan, tax û gundewarên dûrî bajêr de geriyan e heta ku îmze kom kirine.

Xelkê jî piştgiriya xwe ya bi fikr û felsefeya partiyê rave kiriye. 

Şeza El-Hisên got, “Tevlîbûn baş bû, ji ber ku fikr û rêgezên partiyê bi lez di nav xelkê de hatin qebûlkirin. Sedema wê jî; ew tevgereke rizgariyê ye û li ser biratiya gelan ava bûye.” 

Di dawiyê de Şeza El-Hisên destnîşan kir ku pêngava wan dewam dike heta ku edalet ji PKK û Tevgera Rizgariya Kurdistanê re pêk bê. 

Li Şehba û Firatê xebat dewam dike

Li kantona Şehbayê, meclisa kantonê diyar kir ku wan heta niha qederê 41 hezar û 300 îmzeyî kom kirine, û pêngav dewam dike. 

Di 22`yê Sibatê de Kongra Star a herêma Firatê daxuyaniyek da û got, ji bo kampanyayê 74 hezar îmze hatine komkirin.

Li Minbicê Komîteya Rêber Abdullah Ocalan eşkere kir ku wê 180 hezar îmze kom kirine.

Kampanya li Şamê jî dewam dike

Kurdistaniyên li Şamê di 8`ê Adarê de pêngava derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” da destpêkirin. 

Li ser  mijarê, kurdistaniyan, bang li YE`yê û aliyên têkildar kir da ku navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” derxin.

Dê encamên pêngavê ji YE û saziyên têkildar ên DYA`yê re bên pêşkêşkirin û ji bo parlamenteran bibin lêvegerek da ku vê dozê bixin rojeva parlamentoyên xwe yên neteweyî yan jî federal.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.