Ji nifşekî ber bi nifşekî din

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 00:49

CAN ELEWÎ / ANHA / HESEKÊ

Li Rêveberiya Xweser gelek hunermend hene ku hunera xwe ji nifşekî derbasî nifşekî din dikin. Hunermend Zahir Ebdo yê bi navê ‘Aydil’ jî yek ji wan e.

Hunermend Aydil sala 1975’an li gundê Qeremanî yê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji dayik bûye. Hunermerd Aydil ji zarokatiya xwe ve hezkiriyekî muzîkê bû. Gavên xwe yên pêşîn ên ber bi hunerê ve di sala 1997’an de avêtin û di wê salê de xwe fêrî lêdana tembûr û kemanê kir. Piştre beşdarî Kombûna Muzîkê ya Şehîd Zîlan bû. Ew kom li Dirbêsiyê navdar e. Di nava 3 salan de wek kemanjen di nava komê de cih girt.

Hunermend Aydil di sala 2000’î de şarezahiya xwe ya li ser muzîkê bi pêş ve bir û li rex kemanê xwe fêrî tembûrê jî kir. Di heman salê de albûma xwe ya yekemîn derxist. Piştre 5 albûmên din ên stranên gelêrî derxistin. 3 albûmên din jî derxistin û li bajarên Sûriye û Lubnanê konser dan. Hunermend Aydil dengbêjî ji bavê xwe girtiye û ji 5 zarokên xwe 2 zarok fêrî dengbêjî û lêdana kemanê kirine.

Ez mayînê tercîhî koçberiyê dikim

Aydil ji bo pêşxistina hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêbazên akademîk, tevî çend hevalan Navenda Çand û Hunerê ya Qeremî damezirandin. Her wiha komeke hunerê ya zarokan bi navê Koma Şehîd Mervan ava kir û zarokên endamên vê komê fêrî muzîk û stranan dike. Hunermend Aydil li ser astengiyên di rêwîtiya hunerî de, rexne li çapemeniyê girtin ku baş balê nakişîne ser tevgera hunerî ya li Qeremaniyê. Aydil got: "Ez mayîna li gundê xwe tercîhî koçberiyê dikim. Welat hebûn e. Li derveyî welata hezkirina mîna ya di nava şêniyên herêmê de nîn e.”

Hunermend Aydil di dawiya axaftina xwe bang li nifşên nû kir ku huner û çanda herêmê biparêzin û derbasî nifşên bê bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.