Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê

Duşem 26 Nîsan 2021 - 03:27

Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kir.

Malbat ev 49 roj in ku ji bo edaletê nobetê digire. Rojên dawî ji ber qedexeya derketina derve, malbat nikare biçe ber Edliyeya Rihayê, lewma sê rojên dawî li malê çalakiya xwe dewam kir. Malbatê têkildarî çalakiya xwe, peyamek bi dîmen ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand. Malbatê kaxizek bi nivîsa "Em edaletê dixwazin" hilda û diyar kir ku ew ê sibe careke din li ber edliyeyê bin.

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.