Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner a 9’an bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” tê lidarxistin dewam dike; Hevgirtinê Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)  mihrîcanê li dar dixe û di roja çaremîn de li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo dewam kir.

Di mihrîcanê de Nivîskar Faris Osman semînera bi sernavê `Kurdolojî`, Nivîskar Dilawer Zengî  semînera bi sernavê `Komeleya Xoybûn` da.

Faris Osman got, Kurdolojî di nava rojhilatnasiyê de derketiye, bi nivîs û lêkolînên ser Kurd û Kurdistanê pêk hatioye: “Di sala 1787`an de ji hêla Maurizio Garzonî ve yekem ferhenga bi zimanê Kurdî derket û li Romayê hat weşandin. Hin şandeyên Fransî hatin li Kurdistanê geriyan û çanda Kurdan bi deverên din ên cîhanê dan nasîn, ji milê Elmanyayê ve jî piştî têkbirina Osmaniyan û dîtina neftê li Kurdistanê, piştgirî hat dayîn, her tişt hate guhertin.”

Li binxetê ‘Xoybûn’ ava kirin

Dilawer Zengî jî got: "Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd gelê Kurd rastî gelek zextan hat, pêwîstiyek wan bi avakirina rêxistinekê hebû, wê demê li gelek deverên Kurdistanê agirê berxwedanê nehatibû vemirandin. Gelê Kurd ê ku ji neçarî koç kiribû binxetê, li wir xwe gihand hev û Komeleya Xoybûn ava kir. Di 1927`an de Komeleya Xoybûn bi serokatiya Celadet Bedirxan hat avakirin, gelek biryar di kongreya damezirîner de dan, hin ji wan ev bûn: şoreşê li hember dewleta Tirk bidomînin, serhildanê bi serokekî tenê li çiyayê Agirî bikin. Têkiliyên xwe bi dewletên derdorê û gelê Kurd re berfirehtir bikin. Bi vî awayî gelek nûnerên xwe şandin deveran her ku diçû ew bi nav û deng dibû.”

Xoybûn dibistan vekir û ders da

Dilawer Zengî da zanîn ku biryara xala 17’an a a kongreya Xoybûnê balkêş bû. Endamên Xoybûnê, bi vê xalê biryar dabûn ku ew ê wêjeya Kurdî xurttir bikin û hewl bidin di warê perwerdeyê de jî bixebitin. Her wiha ew ê bi vî awayî hestên neteweyî jî bilind bikirana. Zengî got; “Komeleyê ji bo alîkariya gelê Kurd ê xizan li Hesekê saziyek vekir, di sala 1938`an jî li Amûdê yekemîn dibistana Kurdî vekir ku tê de zimanê Kurdî dihat fêrkirin. Di qada leşkerî de piştgirî da şoreşa Agirî jî.”

Piştî semîneran şevbihêrka helbestê û çîrokên bi Kurdî û Erebî hat lidarxistin. Di şevbihêrkê de Beşîra Derwêş, Ciwan Silo, Helîma Xelîl, Diyaa Skender, Yasmîn Meşayix, Ebdulbarî Ehme, Ebdulcabir Hebîb, Erîfa Bekir, Kamîran Şêxê û Ebdulrehman Mihemed berhemên xwe gotin.

Beşdaran li belgefilma “El Necar” a derhêner Xelîl Sehraced temaşe kir.

Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner a 9’an wê bi çalakiyên cuda heta 28`ê Kanûnê dewam bike.

ANHA/QAMIŞLO