• Omer Ocalan: Heger rabin zimanê Kurdî tenê weke derseke bijartî pêşniyaz bikin, ev şermeke mezin e. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Beriya 40 salan digotin, Kurd jî tinene, lê niha bi keda Tevgera Azadiyê, zimanê Kurdî di rojevê de ye û tê nîqaşkirin.

Ocalan: Em dikarin bi zimanê Kurdî yekîtiya xwe ava bikin

ARDÎN DÎREN

Hikûmeta Tirk îsal daxuyanî da ku heya 21’ê vê mehê, li dibistanên seretayî wê “dersên bijartî yên Kurdî” vebin û kesên bixwazin, heta vê dîrokê dê karibin zimanê Kurdî ji bo perwerdeyê hilbijêrin. Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî derbarê rojeva “dersên bijartî yên Kurdî” de axivî û helwêsta HDP’ê ya ji bo dersên bijartî anî ziman. 

Ocalan serê pêşî got, li Kurdistanê û metropolên Tirkiye ji 40 salan bêhtir e ji bo ziman, nasname û erdnîgariya Kurdistanê têkoşîneke bêhempa heye û di encama vê têkoşînê de gelek destketiyên baş çêbûne. Ocalan wiha dewam kir: “Dersên bijartî di sala 2012’an de di dema pêvajoya çareseriya demokratîk de di parlamenê de weke qanûn hatin qebûlkirin. Ev dersên bijartî jî di dawiya ewqas ked, şehîd û berdêlan de derketin holê. Dersên bijartî yek ji encamên têkoşînê ye, bila kes vê rastiyê ji bîr neke. Ev maf bi keda Kurdan û tevgera Azadiyê hatiye bidestxistin.” 

Kurdî weke dersa bijartî gaveke kêm e

Omer Ocalan, îşaret bi plansaziya dewletê û armanca wê kir û got, “Dersên bijartî ji bo çi yan jî bi kîjan niyetê bin, ev ne girîng e. Ya muhim ew e ku civaka Kurd li van dersan xwedî derkeve û piştgiriyê bide vê kampanyayê.” 

Ocalan li ser mijarê wiha dewam kir, “Dibe ku dewlet jî li pey xapandina Kurdan be dîsa, û bixwaze bi tiştekî piçûk xwe ji nav vê meselê derxe.

Li gorî demê bi awayekî rojane yan jî ji bo berjewendiyên xwe yên hilbijartinê vî tiştî derxe pêş. Jixwe, dewlet her tim bi tiştên piçûk xwestiye Kurdan bixapîne. Lê gelê Kurd jî vê dewletê baş nas dike. Her wiha siyasetvan, sazî û dezgehên sivîl jî baş nas dikin. Ji bo zimanê Kurdî di nava civakê de konsensûsek çêbûye. Dersên bijartî teqez têrê nakin. Li Bakûrê Kurdistanê 25 mîlyon Kurd hene. Bi sedsalan ev xelk li ser vê xakê dijî, heger rabin zimanê Kurdî tenê weke derseke bijartî pêşniyaz bikin, ev şermeke mezin e. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Beriya 40 salan digotin, Kurd jî tine ne lê niha bi keda Tevgera Azadiyê, zimanê Kurdî di rojevê de ye û tê nîqaşkirin. Her wiha beşên Kurdî yên zanîngehên Artuklu, Mûş û Bîngolê jî bi keda vê tevgerê ava bûn. Dibe ku dewlet bi çavekî din lê binêre, lê heger xwedîderketin hebe dê ziman bêhtir were nîqaşkirin.”

Piçûk be jî em xwedî lê derkevin

Ocalan got, neteweya Kurd, neteweyeke qedîm a li ser vê xakê ye û heger zimanê neteweya Kurd tenê bi dersên bijartî were sînordarkirin, ew vê yekê qebûl nakin. Ocalan bi bîr xist ku ew weke HDP’ê vê gavê li hemberî vê kampanyayê nasekinin, lê got, bila dewlet vê yekê weke minetekê yan jî xêreke li Kurdan, nebîne û meseleya ziman bi vî awayî piçûk û erzan nebîne. 

Parlamenter Omer Ocalan got, zimanê Kurdî ne pirsgirêkeke rojane ye û wiha dewam kir: “Em weke HDP, piştgiriyê didin kampanyayê. Niha li her bajar û navçeyê em dibêjin, bila Kurd van dersan hilbijêrin. bila kes ranebe, li hemberî partiya me siyaseta ziman nemeşîne. Hin kes li ser navê Kurdî û Kurdayetiyê partiya me weke partiyeke ku li hember ziman disekine nîşan bidin, em vê yekê qebûl nakin. Komîsyonên me yên ziman hene û ji bo Kurdî bibe zimanekî fermî û perwerdeyê, bi şev û roj dixebitin. Em kêmasiyên vê dewletê rexne dikin û li hember polîtîkayên wan têdikoşin. Dewlet her tim dixwaze bi dek û dolaban û helwêstên erzan Kurdan bixapîne, em li hemberî vî tiştî ne. Nêzîkatiya AKP´ê ya li hember ziman li holê ye, navên gelek gundan guherandine û qeyûmên avêtine ser bajêr, tabelayên Kurdî giş rakirine. Lê dubare bibêjim, derfeteke piçûk be jî em ê lê xwedî derkevin û dersên bijartî biparêzin. Kes nikare HDP´ê di meseleya zimanî de tawanbar bike. Hin kes dixwazin me bi vî awayî nîşan bidin, lê ev neheqiyeke li hemberî me.”

‘Qirqirinek çandî heye’

Ocalan got, ew gelek caran li parlamenê bi zimanê Kurdî diaxivin û gava ew bi Kurdî diaxivin, dijminatiya li hemberî ziman baş hîs dikin. Ocalan îşaret bi wê yekê kir ku hîna jî zimanê Kurdî weke ´zimanekî nayê zanîn´ dikeve qeydan: “Zanin em bi Kurdî dipeyivin, lê naxwazin di qeydên parlamenê de bi awayekî fermi cih bigire. Dewlet baş dizane çi dike û hesabekî dike ji xwe re. Li aliyê din jî li gorî xwe weke zimanekî bijartî derdixe pêş û dibêje, ji xwe kes miracaet nake. Yên miracaet dikin jî kêm in û ev yek besî wan e. Di sedsala 21’ê de heger zimanek nebe zimanê perwerdeyê, mixabin ew ziman wê were bişaftin û tine bibe. Li Rojava geşedaneke mezin heye di warê ziman de. Birêz Ocalan jî vê yekê di pirtûka xwe ya dawî de rave dike û dibêje, ‘Di sedsala 21’ê de li ser civaka Kurd qirkirineke çandî heye.’ Ocalan pirr girîngiyê bi çand, nasname û zimanê Kurdî dide. Di vê sedsalê de çar dewletên serdest dixwazin Kurdan di warê çand û ziman de qir bikin û wan ji holê rakin. Li Îranê herî dawî mamosteya Kurdî, Zara Mihemedî ji ber ku dersên Kurdî didan zarokan, hate girtin. Ev helwêst li her çar dewletên serdest heye û naxwazin zimanê Kurdî bibe xwedî statu, fermî bibe.”

Rojeveke baş e

Parlamenterê HDP´ê yê Rihayê, Omer Ocalan got, dersên bijartî yên Kurdî dê bingehekî psîkolojîk ava bikin ji bo zimanê Kurdî: “Di çanda mêtingeriyê de mirovên bindest carna dixwazin ji nasnameya xwe dûr bisekinin. Ev psîkolojî jî bêhtir jî li ser ziman bandorê çêdike. Ji ber tirsa bindestiyê hinek malbat xwe dispêrin zimanê Tirkî û dixwazin bi şiklekî fesîh zimanê Tirkî hîn bibin. Dixwazin bi vî awayî xwe bidin qebûlkirin. Ji bo ev psîkolojî ji holê rabe dersên bijartî girîng in. Heger siyasetvan, rojnamevan, rewşenbîr, komîsyonên ziman baş li ser vê yekê bisekinin, dibe ku ev psîkolojî bişikê. Dema mirovên li ber çavan xuya bibin, pêşniyaz bikin û bi Kurdî bipeyivin, yanî bijîşk, mamoste, parêzêr û siyasetvan bi zimanê xwe biaxivin, ev tişt dibe tiştekî normal û mirov bê tirs li zimanê xwe vedigerin û pê diaxivin. Ji ber van sedeman bila dersên bijartî di rojevê de bin û werin niqaşkirin. Ev ji bo Kurdan rojeveke baş e. 

Ziman dike yek

Omer Ocalan herî dawî got, ziman weke sîwanekê ye: “Ziman weke sîwanekê dikare me Kurdan hemûyan li ba hev bigire. Fikr û raman çi be, bîrdozî çi be, ferq nake ji bo Kurdan hemûyan, ziman xaleke hevpar e. Em Kurd dikarin xwe bisipêrin zimanê xwe û li dor ziman xwe bigihînin hev. Lewma, em xwedî li van dersan derkevin. Em dikarin bi zimanê Kurdî yekîtiya xwe ava bikin.”