Ji kujerên demokrasiyê re serşorî

Çarşem 6 Kanûn 2023 - 00:51

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û windakirin 43 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat hevdîtinê li gel wî bikin. 

Rojnamevan Kemal Çomanî têkildarî revandin û windakirina Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve ji Rojnewsê re axivî û got; “Dema min nûçeya revandin û windakirina Silêman Ehmed xwend, ez matmayî nemam. Ji ber ku em li dijî dijminên azadî û demokrasiyê yên Herêma Kurdistanê di şerekî mezin de ne. Parastina Silêman Ehmed parastina azadî û têkoşîna li dijî faşîzma ku li Başûrê Kurdistanê pêş dikeve ye. Heta ku sînorên sîstema siyasî, aborî û leşkerî neyê rexnekirin, azadî tu wateya xwe nîne. Silêman Ehmed ji bo van baweriyan têkoşiyaye û ji ber wê jî ji aliyê PDK’ê ve weke metirsî tê dîtin. Ji Silêman Ehmed re azadî û silav û ji kujerên azadiyê re jî serşorî. Azadî ji bo hemû kesên ku niha di oxira têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê de di girtîgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Hewlêrê de têne girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.