Ji Kobanê heta Sûrê destan nivîsî

Nûçeyên Forum

Pêncşem 28 Çile 2021 - 03:03

VEYSİ IŞIK

Rêber Varto hê di lîseyê de dixwend, 28ʼê Sibata 2015ʼan beşdarî berxwedana Rojava bû. Li Kobanê li dijî DAIŞʼê têkoşiya. Di şer de giran birîndar bû. 23 rojan hat dermankirin û kengî baş bû beşdarî berxwedana Sûrê bû. Rêber di emrê xwe yê kin de gelek qehremanî kirin û 10ʼê Adara 2016ʼê şehîd bû. 

“Her kes xeyalê xwe hene. Kes heye dixwaze bibe endezyar, kes heye dixwaze bibe mamoste û hin kes jî hene dixwazin bibin cotkar. Xeyala min jî ew bû ez bibim tixtor. Ji bo ez vê xeyala xwe pêk bînim derfet û îmkanên min hemû hene. Lê xeyalên min ji zarokên têne kuştin ne bi nirxtir in.”

Xwediyê van gotinan Ahmet Gokalp bi nasnav Rêber Varto yê ji Vartoyê ye û ew 10ʼê Adara 2016ʼan di berxwedana Sûrê de şehîd bû. Di emrekî pirr kin de gelek qehremanî kirin.

Apê wî yê li bajarê Wupertall ê Elmanyayê dimîne Ferit Gokalp qala wî dike û dibêje, dema lîse dixwend beşdarî şoreşa Rojava bû. Xatir ji bavê xwe xwest çû Rojava. Di nameya li pey xwe hişt de anî ziman ku ew nikare razê, xewnên şeva lê herimîne û ew nikare li ber van komkujiyan bêdeng bimîne.

Di şerê li Kobanê de giran birîndar dibe û ji bo dermankirinê dibin Amedê. 23 rojan tê dermankirin û kengî birînên wî sax dibin îca berê xwe dide berxwedana li Sûrê. Berxwedana li Sûrê 103 rojan dewam kir û gelekî dijwar bû. Di berxwedanê de tevî 9 hevalên xwe şehîd bû. Piştî sê mehan cenazeyê wî digirin. Dema bavê wî ji bo cenaze teşxîs bike diçe nexweşxaneyê dozger jê re dibêje, kîjan kurê te ye. Ew jî dibêje, hemû kurê min in.

Li ser wesiyeta Rêber, cenazeyê wî li gundê wî Gomaxanê li tenişta diya wî hat definkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.