Ji Kobanê filmê herî baş

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 31 Cotmeh 2023 - 00:15

  • Derhêner Rêger Azad Kaya: Em bi armanc û hêviya avakirina cîhaneke baş hatin gel hev. Em vê xelatê diyarî sivîlên di şer de hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dane dikin. Em weke Komuna filman a Rojava, silavan li we dikin, ji her filmçêkerê beşdarî festîvalê bûyî re serketinê dixwazin. 

Filmê "Gava Şitil Mezin Dibin" yê ku li Rojava hatiye çêkirin, di du festîvalên cuda yên filman de roja şemiyê xelatên "filmê herî baş" wergirt. Yek ji van xelatan li Lugano û ya din jî li Bangkokê hate dayîn. Derhênerê filmê di axaftina xwe ya ji bo van festîvalan de got, ew xelatan diyarî wan sivîlan dike ku di êrişên dewleta Tirk dagrker de hatine şehîdkirin.  

Filmê "Gava Şitil Mezin Dibin" di Festîvala filman a Mafên Mirovan a Luganoyê (Swîsre) ya 10’emîn de "Xelata filmê Herî Baş ê Mafên Mirovan ê 2023’yan" wergirt. Ev film li Rojava hatiye çêkirin û dîmen bi temamî li Kobanê hatine girtin. 

Juriya Festîvalê der barê filmî de got, “Filmekî ku bi derfetên kêm lê bi baweriya teqez bi hêza cewherî ya sînemayê hatiye çêkirin. Film çîrokeke ji rêzê û nayê texmînkirin bi dilxwaziyeke mezin pêşkêş dike û dem û derfetê dide temaşevanî da ku karibe li ser rastiya pê re rû bi rû maye fikire, bendewariyên me timî zêde dike. Ev filmê ku rêwîtiya bav û keça wî ya li herêmeke ku piştî salên dirêj ên şer û wêraniyê dişopîne, bi rêbaza xwe ya li hemberî rastiya insanî û sosyo-aborî ya Rojava ya hemdem, bi berhevanîneke zirav re vegotina neo-realîst îfade dike. Bêyî ku em xwe bigirin, rasterast dikeve dilê mirov."

Komuna filman serketin xwest

Merasîma xelatdayînê roja Şemiyê hat lidarxistin. Derhênerê filmî, Rêger Azad Kaya ji ber şert û mercên şer û zehmetiyan nikarîbû biçe Luganoyê. Lê wî peyama bi vîdeoyê ji merasima xelatdayînê re şand. Kaya di peyama xwe de got, "Em bi armanc û hêviya avakirina cîhaneke baş hatin gel hev. Em vê xelatê diyarî sivîlên di şer de hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dane dikin. Bi taybetî di van demên dawî de bi dehan welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Nexweşxane, navendên binesaziyê, depoyên avê, saziyên sivîl û kargeh hatin bombebarankirin. Em weke Komuna filman a Rojava, silavan li we dikin, ji her filmçêkerê beşdarî festîvalê bûyî re serketinê dixwazin. Ji bo vê xelatê em malavahiya we dikin û divê em bibêjin, em gelekî bextewar in. Bi hêviya rojên xweş…”

Hêvîdar im rojekê ew xelata xwe wergire

Li ser navê Kaya, sînevanê Kurd Ozgur Rayzan rahişt xelata wî. Di merasîma xelatdayînê de wî got, “Mala we ava. Ji ber ku ez li ser navê ekîpa filmê xelatê digirim, serfiraz im. Lê min dixwest ku derhêner Rêger Azad Kaya wergire. Ji ber şert û mercên şer, wî nekarî were. Hêvî dikim, rojekê ew bi xwe bê û xelata xwe wergire.”

Xelatek ji festîvala herî mezin a başûrê Asyayê 

Filmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ şemiya bihurî di "Festîvala Navneteweyî ya filman a Bangkokê" jî xelata "filmê herî baş" wergirt. Lazim e mirov bibêje, ev festîval, mezintirîn festîvala navneteweyî ya filman e li başûrê rojhilatê Asyayê. 

Kunyeya filmî weke li jêr e:

Nav: Gava Şitil Mezin Dibin

Cihê çêkirinê: Rojava / 2022 / 83 deqîqe

Derhêner: Rêger Azad Kaya

Ziman: Kurdî

Aktor û aktrîst: Ahmet Arîf Hecano, Sîba Mihemed Elî, Mistefa Mihemmed Elî

ARMANCA FESTÎVALA LUGANOYÊ

10’emîn Festîvala filman a Mafên Mirovan a Luganoyê di navbera 19-29 Cotmeha 2023’yan de pêk hat. Festîval bi armanca bilindkirina hişmendiyê li ser girîngiya mafên mirovan e. Bi vê boneyê, bi temaya “Mafên Mirovan” deh rojan nîqaş û nîşandana filman hatin lidarxistin. Komîteya Festîvalê li ser, çima festîvaleke bi temaya mafên mirovan li dar dixin, ev daxuyanî da: “Armanca me ya sereke ew e ku em girîngiya mafên mirovan ji aliyê raya giştî ya berfireh ve bidin naskirin, binpêkirina mafên mirovan şermezar bikin û cih ji van mafan re bê vekirin da ku xelk rêzê ji van mafan re bigire, destekê bide kampanyayên ku ji bo rûmeta mirovahiyê dixebitin û diyarker in. Ji bo em nîşan bidin bê ka sînema çawa bi domdarî cihê şahidiyê û derfeteke ji bo fikirandinê ye, me cih da filman û pêşbirka filmên metrajdirêj a navneteweyî li dar xist."

Rêger Azad Kaya kî ye?

Rêger Azad Kaya, derhênerê filmê Gava Şitil Mezin Dibin, sala 1992’yan li Agiriyê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Akdenîzê beşa Radyo-Televizyon û Sînemayê xwendiye. Paşê çû Rojava û kurtefilm û belgefilm çêkirin. Paşê filmê Gava Şitil Mezin Dibin çêkir. Rêger Azad Kaya hê jî li Rojava ye û xebatên xwe yên sînemayê li wir didomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.