Ji kevnan hunerê nûyê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Kanûn 2021 - 22:00

  • Hamilton beriya çend salan pê hisiyaye ku dema kar, gelek tiştên zêde li ber destên wê civiyane û ev tişt tev avêtine. Ji bo tişt zêde kom nebin û neyên avêtin êdî tenê benên kevn yan jî yên ku wê bi xwe li mal ji tiştên avêtî çêkiriye, bi kar anîne. Wê careke din ji bo hunerê xwe malzeme nekirîne û niha jî li mala xwe ji tiştên avêtî malzemeyên hunerê xwe çêdike.  

Hunermenda Skoçî, Jo Hamilton bi nîk (tix) û benên ku wê xisûsî ji bo hunerê xwe çêkirine, berhemên hunerî yên ji elyafê diafirîne. Portreyên bi reng yên ku hurgiliyên wan jî ji bîr nake, dineqişîne û vî karê xwe weke formeke hunerî derdixe pêş. Her wiha, haya wê ji karê ku dike jî baş heye û nihêrînên me yên derbarê nîk û ben de ên ku bûne kevneşopî, diguherîne û dike ku em ji nû ve li ser vî karî biramin û bifikirin. 

Jo Hamilton di karê fîgûratîf ên nîk û ben de pêşeng e, wê heya niha derbarê gelek mijaran de bi nîk û ben wêne çêkirine. Lê wê herî zêde bala xwe daye ser aloziya avûhewayê û bi tabloyên xwe xwestiye bala xelkê bibe ser vê aloziyê û bi hunerê xwe mirovan hişyar bike di vî warî de.

Hamilton di Mijdara derbasbûyî de jî pêşangehek vekiribû û têkiliya mirovan ya bi xwezayê re rexne kiribû. Li gorî wê, insan dinyayê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin û bi vî awayî zirarê didin xwezayê.

Tiştên avêtî dinirxîne

Hamilton derbarê wêneyên xwe de dibêje, “Ev wêne hîsên min nîşan didin. Her wiha derbarê insanan de jî hin tiştan tînim ziman û têkiliya mirovan ya bi xwezayê re nîşan didim. Ji bo qirêja dinyayê ez jî bi fikar im, nexasim jî qirêja ku bi plastîkên avêtî derdikeve holê, min zêde aciz dike, heta dikarim bibêjim ev qirêj carna min nexweş dixîne. Ji lewma heta ji min tê ez plastîkên mala xwe naavêjim û bi van plastîkan benan çêdikim. Ji bo karê xwe jî ez van benan bikartînim û bi vî awayî tiştan naavêjim û ji bo karê xwe dinirxînim.”

Sond xwariye wê nekire

Hamilton ben ango “plarn”ên xwe ji kîsên naylonî û plastîkên ku carekê tên bikaranîn û paşê tên avêtin, çêdike. Benê wê bênên plastîk in, Hamilton bi rêbazên berê pêşî naylonên xwe dibire û paşê jî wan li hev badide û heta ku ev naylon lihev dijidin û dibin benên qewîn. Ji bo berhemên xwe yên hunerî wê heta niha ji poşet û plastîkan sûd wergirtiye û gelek şaheserên xwe jî bi van tiştên avêtî çêkirine. Wê ji xeynî tiştên avêtî yên ku êdî xelk ji wan re dibêje “çop”, malzemeyeke din bi kar neaniye ji hingê ve. Heta wê ambalajên kaxizên tuwaletan jî neavêtine û ji wan ambalajan jî ben çêkirine. Hamilton beriya çend salan pê hisiyaye ku di dema kar de gelek tiştên zêde li ber destên wê civiyane û ev tişt tev hatine avêtin. Vê yekê bala wê kişandiye û ji bo tişt zêde kom nebin û neyên avêtin, wê dev ji kirîna benên hazir berdaye û tenê yên kevn yan jî yên ku wê bi xwe li mal, ji tiştên avêtî çêkirine, bi kar anîne. Ji bo balê bibe ser qirêja avûhewayê, wê sond xwariye û careke din ji bo hunerê xwe malzeme nekirîne û niha jî li mala xwe ji tiştên avêtî malzemeyên hunerê xwe çêdike.  

Berpisyar şirket û hikûmet in

Helwêsta Hamilton û hunerê wê ji bo mirov hay ji rewşa avûhewayê hebe û qirêj neke gelek tişt fêrî mirovan dikin. Hamilton dibêje, di vî warî de hîna gelek tişt hene ku ji destê me tê, lê mixabin mirov hîna jî tênagihîjin ku siberojeke çawa li benda me ye. Hamilton dibêje, “Her çend ez weke ferdekê plastîkên avêtî ji xweza û oqyanûsan dûr bigirim û wan neavêjim jî ev pirsgirêk tenê bi hewldana kesan çareser nabe. Sedema alozî û qirêjbûna avûhewayê şirket û hikûmeta Emerîqa bi xwe ne. Ev yek di bin berpirsyariya wan de ye û divê ew çareseriyekê bibînin ji van pirsgirêkan re.”  

Em û xwezayê heta hetayê bi hev re

Hêviya Hamilton ew e ku ev wêne û mijarên ku li ser disekine bala xelkê bikişînin ser xwe û mirov jî li ser hin pirsgirêkên xwezayê yên ku ji bo jiyana mirovan tehlûke ne, bifikirin û hin fikaran bikin. Hamilton, bi van wêneyên xwe vê hêviyê dike; “Dixwazim bi van xebatên xwe bikim ku mirov li ser têkiliya xwe û xwezayê careke din bifikirin û dev ji hin adetên ku dinyayê qirêj dikin, berdin. Bi vî awayî em û dinyaya xwezayî heta hetayê bi hev re karibin bijîn.”

Bib qedrê tiştên li ber destê xwe zanibin

Jo Hamilton, heta jê tê bi pirsgirêkên civakî re mijûl e û derd û xemên wê bi helwêst yan jî bêhelwêstiya mirovan a baramberî xwezayê heye. Ji lez û beza jiyana modern pirr aciz e. Lewma, ew ji bo rêbaza xwe ya xebatê û karê xwe dibêje, “Rêbaza xebata min a hêdî li hember jiyana modern e ya ku serî li me gêj kiriye û jiyaneke bi lez û bez li ser serê me ferz dike.” 

Hamilton, bi van xebatên xwe xelkê teşwîqî aramiyê jî dike: “Ez bi van xebatên xwe dixwazim, xelk jî dev ji vê lezgîniyê berdin û xwe aramtir hîs bikin. Divê em tiştên heyî yên li ber destên xwe binirxînin û bi qedrê wan zanibin. Her wiha dixwazim balê bibim ser birçîbûna mirovan a li hember tiştan jî, ji lewma ev birçûbûna ku dixwaze bibe xwediyê her tiştî, tehlûkeya herî mezin e.”

Xebatên Hamilton ên ku wê bi nîk û benên naylonî çêkirine, dê di Cotmeha 2022’an de li Awustralyayê li “Timeless Textiles Gallery” werin nîşandan.

SYDNEY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.