Gerîla Rojda keçeke Hewramî ye ku li herêma Jawaro li gundê Paygelanî ji dayik bûye. Hîna di temenekî biçûk de hatiye zewicandin. Zext, tundî, êşkence timî lê hatiye kirin. Her tim jixwe pirsiye; ka digotin li Hewraman jin pîroz bû. Wê demê çima li dijî jinê ewqas neheqî heye? Jin çima her tim li rêza duyemîn tê dîtin?
Gerîla Rojda di demeke wisa de, ku di nava van pirsan de bû Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan nas dike. Gerîlayan nas dike û biryarê dide ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hestên gerîla Rojda ji bo tevgera Apoyî wiha diherikin; "Li nava gerîla mirov hêza xwe ya veşartî bêhtir dibîne. Di mijara xwenaskirinê de tevgera Serokatî felsefeyek herî kûr e. Mirovan ji xewê hişyar dike û dide nîşan bê ka bi sîstemek çawa re rûbirûye.”
Rojda dibêje; “Ez di temenekî pir biçûk de hatim zewicandin. Ez bi şîdetê re rûbirû mam. Ez li cihekê digeriyam ku fikrê xwe eşkere bêjim, bi îradeya xwe bijîm. Ez li cihekê digeriyam ku lê nefes bigirim. Min ew li nava tevgera Apoyî dît. Dema ku min tevgera Rêber Apo ji nêz ve nas kir min hîn baştir dît ku çi anîne serê me. Di nava tevgera Apoyî de bi taybetî jî di nava jinan de ew cesaret, bawerî, hevrêtî bi rastî jî pir bi tesîr bûm.”
Rojda bang li keçên Hewramî dike ku felsefeya Rêber Apo nas bikin û xwe ji zêhniyeta baviksalarî rizgar bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN