Ji HPG’ê derba ji hewayê

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 02:45

HPG’ê ragihand ku Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 4 çalakiyên hewayî lidar xistine û di vana- çalakiyan de hate tespîtkirin ku 8 dagirker hatin cezakirin, 7 çeper û 4 kon hatin îmhakirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye: “Di navbera 29’ê Hezîranê û 2’yê Tîrmehê de ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ve, baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê û baregehên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 3 caran ji hewa ve hatin lêdan. Di van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 7 çeper û 3 kon hatin rûxandin û baregehên dagirkeran di rêjeyeke girîng de hatin texrîbkirin.

Li windahiyên xwe mikur nayên

Hêzên me rexmî ku di meha dawî de gelek caran ji hewa ve li artêşa Tirk a dagirker xist û windahiyên giran pê da jiyankirin jî, dewleta Tirk ti windahiyên xwe eşkere nekir û ji bo ku encamên çalakiyên gerîla yên ku xwe dispêre teknîkê neteyîse civakê, ji binî ve veşart. Dewleta Tirk a dagirker li encamên van çalakiyên mikûr neyê û ji binî ve veşêre jî, em van çalakiyan tevî dîmenên wan pêşkeşî gelê me yê welatparêz û raya giştî dikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.