• HPG'ê bîlançoya mehekê ya şer eşkere kir. Li gorî vê yekê gerîla 169, Hêzên Parastina Hewayî jî 34 çalakî kirin. Bi dehan çeper û alavên leşkerî hatin rûxandin, 6 helîkopteran derb xwarin. 238 dagirker hatin cezakirin. 39 gerîla şehîd bûn. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya mehekê ya şer bi daxuyaniyekê eşkere kir. 

Di daxuyaniyê de şerê gerîla nexasim yê 6 salên dawî tê bi bîr xistin û tê gotin, êrişên dewleta Tirk ên şeva 23'ê Nîsanê li Avaşîn, Metîna û Zapê daye destpêkirin, ketiye qonaxeke nû. Qala performans û berxwedan a gerîla tê kirin û tê gotin, hêzên dagirker ên dewleta Tirk li Zendûra, Cîloyê Biçûk, Mervanos û Mamreşo li hemberî berxwedana gerîla xitimî ye û nekariye pîlanên xwe pêk bîne.

Bi taybetî tê destnîşankirin ku gerîla ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji Amedê heta Amanosan, ji Botanê heta Serhed û Dersimê li her cihî berxwedaneke berfireh û topyekûn dimeşînin.

Performansa hêzên hewayî

Di daxuyaniya HPGʼê de beşekî girîng ji bo hêzên hewayî yên gerîla hatiye veqetandin û weha tê gotin: “Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ku weke gaveke nû ya taktîkî bi çalakiyên xurt deng vedan, di nava mehekê de performanseke girîng a şer nîşan da. Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal, li dijî 23'emîn Fermandariya Tumenê ya Sînor a Şirnexê ku navenda koordîneyê ya êrişa dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê ye û li dijî 8'emîn Baregeha Jetê ya Bingehîn a li Amedê ku baregeha balafirên şer e ku bombeyan li çiyayên Kurdistanê dibarîne û xelkê me yê sivîl qetil dike, li dijî navenda koordîneyê ya Êlihê ku balafirên bêmirov ên îstîxbaratê jê radibin, bi rengekî serketî çalakî li dar xistin. Lê belê dewleta Tirk hewl da encamên van çalakiyan ji raya giştî veşêre, derew kir, lê tevî vê yekê jî neçar ma ku baregehên xwe ji bo demekê bigire. Hêzên me yên Şehîd Delal ev çalakiyên xwe ne bi rêbazên berê, lê belê bi teknîkên nû kirin ku artêşa Tirk jî nikare pêşî lê bigire.

Atmosfera ku dewleta Tirk a dagirker bi şerê psîkolojîk û propagandayê hewl dide biafirîne û dibêje, 'Her devera ku ez biçim ez ê bigirim, ez ê her hêza derkeve pêşiya min bieciqînim', mîna li Garê di berxwedana meha dawî de jî careke din pûç bû. Li hemberî vê hêza faşîst mêtinger qirker a bûye belayê serê gelên herêmê û gelê Kurd, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nîşan dan ku ew hêza bi îrade ya ku azadiyê û hêviyê temsîl dike.”

Çalakiyên gerîla;

- 2 kemîn
- 6 çalakiyên xweberdana nava dijmin
- 10 çalakiyên hevdemî û koordîneyî
- 13 çalakiyên lêdana derbê
- 21 çalakiyên sûîqestê
- 29 çalakiyên bi çekên giran
- 42 çalakiyên sabotajê
- 46 çalakiyên êrişê

Hevrêyên me yên şehîd bûn;
- 39 hevrêyên me şehîd bûn.

Çalakiyên Hêzên Parastinê yên Hewayî yên Şehîd Delal;
- 34 çalakiyên hêzên parastina hewayî hatin lidarxistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;
- Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus, helîkopter û balafiran her roj bênavber bi sedan carî bombardûman hate kirin.
- 42 caran hewl dan bikevin nava tunelên şer û her carê jî hatin têkbirin.
- 12 caran gazên bi jehr û kîmyewî bi kar anî.

Encama çalakiyên hêzên me;
- 238 dagirker hatin cezakirin.
- 30 dagirker birîndar bûn.

Wesayitên dijmin ên derb xwarin;
- 2 Drone
- 6 Helîkopter
- Wesayiteke tîpa Kobra

Alavên leşkerî yên hatin îmhakirin;
-  Mertalên ku fîşek pê re naçin
- Wesayiteke zirxî ya tîpa Amarok
- Wesayiteke zirxî ya tîpa Kobra
- Wesayiteke tîpa Reo
- Çekek A4
- 2 Radar
- 3 Kon
- 3 Kamerayên Mobese

Alavên ji ser dijmin hatin rakirin;
- Çekek MPT
- Çekek bombeavêj
- Çekek BKC
- Çekek B7
- Dûrbînek Termal
- Cîhazeke bêtêl
- 2 Dûrbînên çekê."

 

BEHDÎNAN