Ji Heyva Sor ‘Kampanyaya alîkariyê’

Şemî 8 Hezîran 2024 - 00:30

ARJÎN NÛJÎN / SAARBRUCKEN

Heyva Sor a Kurdistanê ku her sal Cejna Qurbanê kampanyayê alîkariyê organîze dike îsal jî wê alîkariya ku kom kirî bişîne Kurdistanê, kesên hewcê re.

Heyva Sor a Kurdistanê bi wesîleya Cejna Qurbanê alîkariya ku kom kirî wê ji Kurdistanê, malbatên hewce re bişîne. Heyva Sor a Kurdistanê ku ev 31 sal in ji bo Kurdistaniyên ku ji ber şertên giran ên şer di rewşeke xirab de dijîn kapmanyaya alîkariyê organîze dike. Saziya ku ji bo Cejna Qurbanê kampanyaya alîkariyê organîze dike, armanc dike ku ji Kurdistaniyan re bibe destek.

Rêveberê Heyva Sor a Kurdistanê Vahdettîn Kiliç bal bire ser şertên şer ên li Kurdistanê û got,’’Gelê me ji her demê bêhtir hewceyî alîkariya we ye.’’

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir îsal beşa herî kêm 150 Euro ye û got bi alîkariya ku ketî ser hev li gorî wecîbeyên dînî wê dermale werin gurandin û bigihînin ber destê malbatên hewce.

Mirov çawa dikare alîkariyê bide?

Kiliç diyar kir kesên ku dixwazin alîkariyê bidin dikarin ji gelek rêyan alîkariyê bigihînin û got,’’Hesabên benqeyê yên hemû saziyên me, di rûpela me ya Webê ya www.heyvasor.com’ê de, her di reklamên me de, her wiha li ser hesaben me yên medyaya sosyal de hene. Her wiha bi hewalekirinê mirov dikare bişîne ser hesaben me yên benqeyan. Hemû hesaben me yên medyaya sosyal di vê lînkê de hene: https://linktr.ee/heyvasor. Her wiha mirov dikare bi meqbûzan mirov dikare alîkariya xwe bide xebatrkarên me yên li qadê.

Di ser PAYPAL’ê jî mirov dikare alîkariyê bide. Hesabê me yê PAYPAL’ê: 

www.paypal.com/paypalme/heyvasorakurdistane

 

Saziyên ku Heyva Sor a Kurdistanê Kampanyaya Alîkariyê dikin:

*Heyva Sor a Kurdistanê – Almanya

*Heyva Sor a Kurdistanê – Hollanda

*Heyva Sor a Kurdistanê – Swîsre

*Heyva Sor a Kurdistanê – Belçîka

*Heyva Sor a Kurdistanê – Ingilistan

*Heyva Sor a Kurdistanê – Italya

*Heyva Sor a Kurdistanê – Norwêç

*Heyva Sor a Kurdistanê – Japonya

*Heyva Sor a Kurdistanê – Finlandiya

*Roja Sor – Fransa

*Roja Sor a Kurdistanê – Ewûsturya

*Roja Sor a Kurdistanê – Swêd

*Mezopotamya Guneşî, komeleya alîkariyê – Danîmarka

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.