Ji heval Sînan Dersim re

Nûçeyên Forum

Duşem 26 Nîsan 2021 - 04:24

MEDET SERHAD

Se kena Heval, se kena lajê Dêrsimê, koçberî, malwêranî, penaberî lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda. Silav li te zarokê rûken, por spî, dil, ruh, hest û raman ciwan, zindî.

Em hev dinasin, em hev di rojên giran de dinasin; em hev nas dinasin ji têkoşîna bîrdoziyê wek şaneyê jiyanê, herikandina ramanê, û felsefeya Rêbertiyê dibû pîvana te. Di pîvana jiyana te de her tişt eşkere, zelal, wek roniya çevên te bû, bê hesap, bê tirs bû û bawerî dida.

Se kena qurban, se kena hevrê, Şagirtên Akademiyên Apollon li benda perwerdeyên te ne. Çendî di ziman de henekê xwe bi te bikin jî tu dizanî ew ji te hez dikin, dizanin ku ji rika dijmin, tu hinî zaravayên din bûyî û perwerdeyê didî hevalên xwe.

Em ji te fêrî sebrê bûn, sebra bîrdoziyê, sebra ku mirov fêr dike, ne bêxemî! Lê di dema xwe de gotin, şirove û pênaseya şoreşgerî ava dikir, çêdikir, bi rê ve dibir.

Hevalo, te dît hevalê te, Şagirtên Akademiyên Rêbertiyê yên hevalên me yên ciwan, li cihê em li Garê digeriyan, çi li dijmin kirin. Garê ya ku hezarê salan hêlîna şoreşgeriya vî welatî ye û tu jî evîndarê Garê bûyî. Dola ku Heval Şoreş tê de şer kir, em jî li wan deran, pêkve têperiyan, me ava kaniya Sîanê vexar, dema gûz diweşiyan te got “guzên gundiyan in, em kom nekin û dest nedinê” hevalekî ciwan bersiva me da û got, “Heval Sînan di çanda me de heqê çav heye.”

Se kena heval, se kena şoreşgerê Kurdistanê
Kurdistan; jehr e em dixwin lê namirin
Mirin ji boyî bê aran e, bê şerm e
Bindestî şerm e,
Bê nasnametî,
Bê heyatî şerm e.
Şerm hestê şoreşgeran e
Kolanên dagirkeran ji me şerm kirin,
Garê rûyê gelê me şad kir
Tu û hevalên te yên dilpola, cergê dagirkeran çirand
Garê bi te û hevrêyên te serbilind e
Kurdistan bi te serbilind e,
Dersim bi te şanaz e.
Se kena hevalo, se kena egîdê Kurdistan, se kena şoreşgerê cîhanê. Tu bûyî Sînanê Cemgîl, Denîz, Mahîrê hemdem û tu hevalê Heqî Karer î. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.