- Bi rasthatina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ê ku 4`ê Nîsanê hatiye dinê, Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê ragihand ku ew ê 10 hezar şitlên daran li xelkê herêmê belav bike.
Bi rasthatina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ê ku 4`ê Nîsanê hatiye dinê, Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê ragihand ku ew ê 10 hezar şitlên daran li xelkê herêmê belav bike.
Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, dê 30`ê vê mehê (sibe) hemleya belavkirina daran dest pê bike, da ku 2`yê Nîsanê van daran biçînin.
Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê para hemû navçeyan diyar kir û li ser vê yekê dê şitlên daran radestî komînan bike, da ku li welatiyan belav bikin. Her wiha dê şitlên daran li gorî rûbera şîn a her navçeyekê werin belavkirin ku ew jî wiha ye:
Navçeya Eyn Îsa hezar û 500 şitl.
Navçeya Sirîn 2000 şitl.
Navçeya Şêran 2000 şitl.
Navçeya Qenayê hezar û 500 şitl.
Navçeya Kobanê hezar û 500 şitl.
Navçeya Çelebiyê hezar û 500 şitl.
Hevserokê Gerînendeya Jîngehê li Herêma Firatê Arif Balî wiha axivî: "Armanca me ji belavkirina daran, xemilandina herêmên me ye, ji ber ku şer bandor lê kiriye û dem hatiye ku xweşikbûna herêmê vegerînin. Li aliyekî din me roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan ji bo çandina daran hilbijart, ji ber ku rêbertiyê ji xwezayê hez dike."
Daristanan çêdikin
Arif Balî bang li gelê herêmê kir da ku çanda çandina daran belav û xurttir bikin, her wiha parastina darên ku hatine çandin bikin, ji ber ku baştirîn rêbazê pakkirina hewayê ye.
Gerînendeya Jîngehê heta niha li navçeya Sirînê 3 baxçe vekirine, her wiha li gundê Şêxçoban ê başûrê bajarê Kobanê jî daristana Şehîd Rustem a ku 3 hezar dar lê hene, vekir. Zêdetirî hezar daran jî li daristana Kobanê û li peyarê û rêyên hundirê bajêr çandin. Di heman demê de 700 dar li daristana Şehîd Gelhat a navçeya Çelebiyê çandin.
ANHA/KOBANÊ