Li dijî dizî, talan, dijminatiya li vîn û hemû nirxê Kurdan a qeyûmgeriya dagirker ji her bajarî otobês rabûn û berê xwe dane Colemergê. Çalakgerên ku berê wan li Colemergê ye gotin ew zilma qeyûm qebûl nakin, heta ku pergala qeyûm hilweşînin têbikoşin û dijî qeyûmgeriyê banga yekkirina hêz û têkoşînê kirin.
Li dijî destdanîna li ser Şaredariya Colemêrgê û girtina Hevşaredar Mehmed Siddik Akiş, îro wê li Colemêrgê mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.
Beriya mîtîngê bi taybetî ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê gelek kes bi otobusan ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.
Ji navçeyên Beyoglû, Kadikoy û Yenîbosna yên Stenbolê, mirovan serê sibehê berê xwe dan Colemêrgê û bi rê ketin. Girseya gel ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Beyoglûyê li hev kom bû qirûşmên 'Bijî berxwedana Colemêrgê', 'Colemêrg a me ye' qîriyan. Piştre bi mirovên ji Kadikoyê û Yenîbosnayê li otobusan siwar bûn.
Kurdên Anatoliyê zilmê qebûl nakin
li Enqereyê jî tevî rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, girseya gel li Parka Kûrtûlûşê li hev kom bû û ber bi Colemêrgê bi rê ket.
Endamê DEM Partiyê Zekî Korkmaz diyar kir ku weke Kurdên ji Anatoliya Navîn hatine sirgûnkirin ew bi gelê Colemêrgê re ne û got, "Zilma li wê derê nayê qebûlkirin. Ev yek darbe ye û ji bo li ber vê zilmê rabin em bi rê dikevin."
Keça Apê Mûsa: Em yek bin serkeftin teqez e
Li Îzmîrê jî girseya gel serê sibehê li ber avahiya Rêxistina Îzmîrê ya DEM Partiyê li hev kom bûn û ber bi Colemêrgê ve bi rê ket. Di nava kesên çûn Colemêrgê de keça Mûsa Anter Rehşan Anter jî heye. Rehşan Anter got, "Em ji bo canên xwe yên li Colemêrgê diçin. Eger em bibin yek em ê karibin her tiştî bi ser bixînin."
Têkoşîn wê domdar be
Ji rêveberiya DEM Partiyê ya navçeya Konakê Rûhtan Ûlûg jî diyar kir ku li Îzmîrê ew ê li dijî desteserkirina îradeya gelê Colemêrgê li ber xwe bidin û ji bo xelkê Colemêrgê bi tenê nehêlin ew bi rê dikevin. Ûlûg destnîşan kir ku têkoşîna li dijî qeyûm tê meşandin wê dewam bike û ew li benda piştgiriya raya giştî ne.
ANF