NESRÎN ŞÊXO/ANHA/HELEB
3 dibistanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekaran vekirin. Di wan dibistanan de materyalên Rêveberiya Xweser bi zimanên Kurdî û Erebî tên xwendin. Her wiha ji bo xwesteka zêde ya gel, dibistana 4’an jî tê vekirin.
Li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 3 dibistan ji bo perwerdeya bi materyalên Rêveberiya Xweser li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin vekirin û destpêka sala nû ya 2022-2023’yan xwendekar pêşwaz kirin.
Dibistana yekemîn, Dibistana Şehîd Qehreman a Seretayî ye. Sala 2018’an hate vekirin û li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd e, ya duyemîn jî bi heman navî ye; dibistana perwerdeyê ya navîn û amadehî ye û li heman aliyê taxê ye û di 2019’an de hate vekirin. Dibistana sêyemîn jî, Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat e û di 18’ê Îlona îsal de hate vekirin. Dibistan li Şiqeyêf a Helebê ye, tê de 3 qonaxên xwendinê; seretayî, navîn û amadehî hene.
Li her sê dibistanan nêzî 300 xwendekaran hene. Hejmara mamosteyan jî 37 e.
Her pêkhateyek li her sê dibistanan bi zimanê xwe yê dayikê di refa yekemîn û duyemîn de dixwîne. 3 waneyên zimanê Kurdî di hefteyê de ji pêkhateya Ereb re û 3 waneyên zimanê Erebî di hefteyê de ji pêkhateya Kurd re tên dayîn. Ew jî di refa sêyemîn a seretayî de dest pê dike. Waneyên zimanê Ingilîzî jî ji refa 5’an de dest pê dikin.
Têkildarî mijarê mamoste Medîne Mihemed dibêje, "Em hemû waneyan li gorî materyalên Rêveberiya Xweser didin. Em bawer dikin ku em dikarin nifşekî rewşen û zana bigihînin."
Îsal jî pênûs, lênûsk, çente û pirtûk bê pere li xwendekaran hatine belavkirin.
Endama rêveber a Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn, Xedîce Gedro jî dibêje "Em bi gavên sabît bi pêş ve diçin û her salê gavên nû diavêjin. Me bi qonaxa seretayî dest pê kir, bi wê re em derbasî qonaxên navîn û amadehî jî bûn. Me xebata vekirina dibistaneke din jî da destpêkirin. Ji ber ku hejmara xwendekaran zêde ye. Wê jî hişt em îsal dibistaneke din vekin."
Zarokên li van dibistanan dixwînin, bi pirranî ji ber ku ders bi Kurdî ne, tercîh dikin. Malbatên wan jî bi pirranî ji ber heman sedemê razî ne zarokên wan diçin van dibistanan.