Ji gundê xwe re pirtûkxaneyek

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 22:06

  • Ciwanekî gundê Kelekînê yê ser bi bajarokê Xelîfanê, pirtûkxaneyek ji bo gundê xwe çêkir. 

Ciwanekî gundê Kelekînê yê ser bi bajarokê Xelîfanê, pirtûkxaneyek ji bo gundê xwe çêkir. Şêniyên gund ji bo xwendinê û xwedekarên gundan jî ji bo semîner û lêkolînên zanistî, diçin pirtûkxaneyê.

Gundê Kelekîn li ser riya Hamilton û 7 kîlometreyan ji bajarokê Xelîfanê dûr e. Li gund 500 mal hene. Asta wan a rewşenbîrî û xwendinê baş e.

Pirtûkxane ev çend meh in ji mala Rizgar veguhestine, li xaniyê welatiyekî bi cih kirine û wî jî xaniyê xwe ji bo pirtûkxaneyê bexşandiye. Ciwanên gund daxwazê ji hikûmetê û xêrxwazan dikin da ku hevkariya wan bikin, heta ku pirtûkxaneya xwe bi pêş bixin.

Rizgar Elî xwediyê fikra avakirina pirtûkxaneyê ye. Têkildarî vekirina pirtûkxaneyê ew dibêje, “Di Sibata 2018’an de min li ser erka xwe, pirtûkxane di mala xwe de vekir. Min li ser erka xwe bi buhayê milyonek û 500 hezar dînarî pirtûk kirrîn. Hikûmetê tenê destûra vekirina pirtûkxaneyê daye.”

Rizgar Elî diyar kir ku niha pirtûkxane ji bo ciwanan û xwendekaran bûye dergûşek û got, heta xwendekarên gundên din jî ji bo semîner û lêkolînên zanistî tên pirtûkxaneyê, herwiha her kesê ku daxwaza pirtûkê bike, hefteyekê pirtûkê didinê û piştî xwendinê careke din vedigerînin.

Niha li pirtûkxaneyê zêdetirî hezar pirtûkên cihê hene. Rizgar Elî ji hikûmetê xwest ku xebatkarekê ji bo tayîn bike û alîkariya pirtûkxaneyê bike. Rizgar Elî destnîşan kir ku armanca wî ya vekirina pirtûkxaneyê, tenê berfirhekirina peywendiyên di navbera mirov û pirtûkan de û rewşenbîrkirina ciwanan e.

Yek ji ciwanên ji pirtûkxaneyê sûdê werdigire, Emîr Sêwdîn ê li gundê Kelekîn e, wî di heman demê de ji bo vekirina pirtûkxaneyê alîkariya Rizgar Elî kiriye.  

XELÎFAN / ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.