Ji girtiya nexweş banga piştevaniyê

Duşem 16 Kanûn 2024 - 02:25

Girtiya nexweş Besra Erol ku bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdarî tehliyeya wê salekê hat taloqkirin,  bertek nîşanî taloqkirina tehliyeya xwe da û daxwaz kir ku demek ji ya din zûtir were berdan û banga piştevaniyê li parêzer û parêzvanên mafên mirovan kir.

Kurê Besra Erol, Evrîm Denîz Erol, di êrîşa xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li baxçeyê Navenda Çanda Amara ya navçeya Pirsûsa Rihayê, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dabû. Besra Erol ku di 30’ê Nîsana 2019’an de ji ber axaftinên li ser gora kurê xwe hat darizandin, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Di encama darizandinê de 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn. Besra Erol ku cezayê xwe temam kiriye, ji ber biryara lijneya çavdêriya girtîgehê, tehliyeya wê hat taloqkirin.   

Li girtîgehê 6 carab emeliyat bû

Besra Erol a li girtîgehê 6 caran emeliyat bûye banga piştevaniyê kir. 

Banga piştevaniyê kir 

Besra Erol bertek nîşanî taloqkirina tehliyeya xwe da û daxwaz kir ku demek ji ya din zûtir were berdan û banga piştevaniyê li parêzer û parêzvanên mafên mirovan kir.

Lijne sûc dike

Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Rihan Gok diyar kir ku pêvajoya heyî bi awayekî ne hiqûqî tê meşandin û mafê bingehîn ê kes tune tê hesibandin, lijneya ku bi biryarên siyasî tevdigere û biryaran dide, sûc dike.

Mafê jiyanê tê binpêkirin

Rihan Gok destnîşan kir ku ji ber biryarên hatine dayîn nexweşiyên Besra Erol a girtî girantir bûne, da zanîn ku di vê xalê de hem mafê tendirustiyê hem jî mafê jiyanê tê binpêkirin.

Divê serdana girtîgehan bikin 

Rihan Gok destnîşan kir ku biryarên ne hiqûqî yên hatine dayîn divê di qadên navneteweyî de bikevin rojevê û got:" Divê heyetên serbixwe û bêalî serdana girtîgehan bikin. Ji bo ku ev pêkanîn ji holê rabe divê xebatên zagonî werin meşandin."

NÛJINHA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.