• Polîsên dewleta Tirk doh bi şev li Amed, Hatay û Îzmîrê 14 endamên ESP xistin nezaretxaneyê.

Polîsên dewleta Tirk doh bi şev bi awayekî hemwext li Amed, Hatay, Îzmîr û hin bajarên din bi ser gelek malên endamên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) de girt 14 kes birin nezaretxaneyê.
Kesên binçavkirî ev in: “Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, endamên Meclîsa ESP'ê Çîçek Otlû, Mustafa Nacî Toper, Volkan Ûyar, endamên partiyê Selver Orman, Îlke Başak Baydar, Yucel Karadag, Ozan Ozgenler, Ozancan Sari, Îlhan Aslan, Alper Kaba, Ezgî Bedel, Zekeriya Aykût Karnap û Gozde Sîvaslioglû.
Di heman demê de, bi ser malên endamên partiyê Ozgur Barçîn û Bedran Çogaltan de jî hatin girtin, lê ji ber ku ne li malê bûn, nehatin binçavkirin. 
Ji bo kesên binçavkirî destûr nayê dayîn 24 saetan parêzerên wan jî wan bibînin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etha (ETHA) Serdal Işik jî ji ber dosyayek cuda hat binçavkirin.
MA/STENBOL