Ji du piyanoyan ‘oktava sêyem’

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Çile 2024 - 01:25

Hunermend Maskull Lasserre ji bo ku berhema xwe “The Third Octave” (Oktava Sêyem) çêbike, du piyanoyan bi hev du ve kirin û ji van piyanoyan peykerek çêkir. Wê bi desenên axtepotekî her du piyanoyan gihand hev û ji bo karibe karê xwe temam bike bi tevahî 2000 saetan xebitî li ser vî peykerê balkêş.

Beriya dest bi xebata xwe bike, wê her du piyano jî kirin du parçe. Lê gava ev kar kir, bi baldarî tevgeriya da ku parçe zêde belav nebin. Hin muzîkjen û piyanohez dibe ku ji vî peykerî hez nekin û li ber piyanoyên hatine parçekirin jî bikevin, lê Lasserre ji bo afirîneriya xwe nîşan bide, pêdivî bi tiştekî wiha dîtiye û ji piyanoyan ev peyker çêkiriye.

Maskull Lasserre ji bo xebata xwe dibêje; “Di vî karî de gava tiştek ne di rê de here û li ser desenan şaşîştiyek derkeve holê, ez nikarim zû bi zû vê şaşîtiyê veşêrim yan jî rast bikim. Ji lewma divê her tişt bi awayekî bi rêk û pêk here serî da ku tiştê di serê xwe de bisêwirînim. Beriya ku bi hunerê dîtbarî dakevim, bi salan min li kemanê xist. Ev berhemê min ku dişibe peykeran jî weke performans yan jî resîtaleke jixweber e.”

Maskull Lasserre ji bo parçekirina du piyanoyan jî got, “Balkêş e ku mirov du enstrumanên muzîkê veguherîne peykerekî. Ji bo ku hin tiştan nîşan bidim, min ev înstrûman feda kirin. Lê divê tiştê derketa holê jî bi qedrê vê fedabûnê zanibûya. Xweşikiya makanîzmayên înstrûmanan û anatomiya axtepotan tevlîheviyeke dîtbarî derdixe holê. Heger bi termên muzîkî vê rewşê şirove bikim; min dixwest di peyker de rezonanseke bi vî awayî bi dest bixim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.