Ji doh ta îro Qesra Qaîme ya gundê Nehrî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:09

  • Qesra Qaîme ew qesr e ku desthilata Şêxên Nehrî piştî hilweşîna mîrîtiyan lê bi gewde bû.

Qesra Qaîme ew qesr e ku desthilata Şêxên Nehrî piştî hilweşîna mîrîtiyan lê bi gewde bû. Heta qesr bû rûyê desthilata Nehriyan. Qesra ku îro li gundê Nehrî ye, sala 2018´an hat restorekirin. Qesr ne ji ber ku kevin bû hilweşiyabû, lê belê ji ber ku artêşa dewleta Tirk ew sala 1926´an şewitand, hilweşiyabû. 

Devera Nehrî ya li Şemzînana ser bi Colemêrgê, berevajî gelek deverên Colemêrgê,  hewaya wê ne zêde sar e û nisbeten nerm e. Lewma jî gelek berhemên çandiniyê lê hene. Ew di dîrokê de jî nexasim ji bo Neqşîbendiyan bûye navendeke dînî û siyasî, û ji ber wê jî gelek avahiyên dîrokî lê hatine çêkirin. Yek ji van avahiyan jî Qesra Qaîme ye.

Kurên Şêx Ubeydullahî, Şêx M. Siddik û Seyîd Abdûllah di navbera salên 1890 û 1910'an ev qesr ava kirine û bi mîmariya xwe ya bi heybet, balê dikişîne ser xwe. 

Medrese jî bû

Ji neviyên Şêx Ubeydullah, Fahîr Geylanî ku li navenda Şemzînanê dikandar e, bal bire ser girîngiya Qesra Qaîme ji bo dîroka Kurdan.

Geylanî anî ziman ku Kurdan li vê qesrê li ser mijarên siyasî, olî, civakî û aborî biryar wergirtine. Wî wekî din bal bire ser rola qesrê ya di perwerdehiyê de jî: "Ev qesr di heman demê de weke medreseyê, hêlîneke perwerdeyê bû.""

Ji ber ku firmaya Touborgê, wêneyê qesrê sala 2020´an li ser qutiya xwe çap kiribû, gelek kesan ev weke bêhurmetiya beramberî nirxên civakî û dînî yên Kurdan dîtibûn û şaredariya HDP´yî ya Şemzînanê jî hingê ev yek rûreş kiribû.

ANF/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.