Ji dijî êrişan dengê xwe bikin

În 18 Mijdar 2022 - 01:21

Welatiyên Silêmaniyê dibêjin, rojane dewleta Tirk û rejîma Îranê herêmê topbaran û bombebaran dikin, lê li hemberî vê yekê, kes helwêstê nîşan nade: “Pêwîst e Hikûmeta Iraqê li hemberî topbaran û bombebarana her du welatan xwedî helwêsteke cidî be.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê zerar û ziyaneke mezin didin xelkê herêmê. Li ser vê yekê, welatiyên parêzgeha Silêmaniyê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Gelawêj Kerîm dibêje, “Beriya niha, me dixwest em ji kîmyebaran û bombebarana Beesê rizgar bibin. Niha jî dîsa ev li beramberî me tên bikaranîn û hikûmet rêgiriyê li vê yekê nake.”

Gelawêj Kerîm bi bîr dixe ku rojane dewleta Tirk û rejîma Îranê herêmê bombebaran dikin: “Li beramberî van êrişan kes deng dernaxîne û bê helwêst in. Em nizanin bi çi yasayê me bombebaran dikin û zarokên me dikujin. Heta kengî ew ê ji dizî û komkirina pereyan şerm nekin? Hikûmeta min ji bo çi heye, heger min neparêze? Bang li her kesê Kurdistanî dikim da ku li beramberî dijmin rabin ser xwe û bêdeng bimînin.”

Teyîb Ezîz jî der barê mijarê de got, “Niha jî em gelekî ne aram in û rejîma Îranê careke din baregehên hizbên Rojhilat bombebaran dike. Mixabin hikûmeta Iraqê li beramberî van binpêkirinên li ser xaka me, bê deng e. Her wiha ji bo van binpêkirin û komkujiyên ku li ser gelê me tê kirin li ti çareseriyan nagere.”

Teyîb Ezîz di dawiyê de ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê dibêje, “Ji ber ku berjewendiyên wan ên taybet bi Tirkiyeyê re hene, qet qala bikaranîna çekên kîmyewî nakin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.