• Dewleta Tirk beriya bêhtirî 4 mehan 9 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê teslîmî çeteyên xwe yên li Ezazê kiribûn. 

Dewleta Tirk beriya bêhtirî 4 mehan 9 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê teslîmî çeteyên xwe yên li Ezazê kiribûn. Şemiya bihurî piştî dîlbûna 122 rojan, çeteyan ew teslîmî dewleta Tirk kirin û dewleta Tirk jî ew teslîmî Îranê kirin. 

Pêr berdevkê wezareta karê derve ya Îranê Seîd Xatibzadeh da zanîn ku bi hevkariya bi dewleta Tirk re, wê 9 Kurdên di destê çeteyan de di deriyê Raz de bikevin Îranê. 

Ji van 9 penaberên ji Rohjhilat, 8 ji Pawe bûn û yek ji wan jî ji Serdeştê bû. 

Endamên malbatên wan ev çendek e li ber sefareta dewleta Tirk çalakî li dar dixistin da ku bi aqûbeta zarokên xwe zanibin. Sala par dewleta Tirk sala par bêhtirî 50 Kurdên ji Başûr jî teslîmî çeteyên xwe yên li Ezazê kiribûn û Îlona 2020´an wan karî vegerin Başûrê Kurdistanê. 

NAVENDA NÛÇEYAN