Ji derveyî azadiyê ti rêya Kurdan nîne

Nûçeyên Forum

Sêşem 26 Çile 2021 - 23:00

FELEMEZ ULUG

Di vê serma zivistanê de li Rojhilata Navîn bi taybet jî li Kurdistanê, rojeveke siyasî ya pirr germ heye. Ev rojev yekser bi êrişkariya dewleta Tirk ve girêdayî ye. Pêwîst e mirov ji her alî ve vê rojevê binirxîne.

Dewleta Tirk hewil dide li herêmê eniyekê li dijî Kurdan ava bike. Ji bo ji xwe re alîgiran çêke jî her rêyê diceribîne. Serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serfermandarê Tirk Yaşar Guler ya ji bo Bexda û Hewlêrê jî bi vê ve girêdayî ye.

Di heman demê de musteşarê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan jî çû serdana Şamê. Hevdîtinên hemwext parçeyekî pîlaneke pirr berfireh e. Diyar e ku rejîma AKP û MHP’ê ji bo tesfiyekirina Kurdan lêgerînên xwe berfireh dikin. Şandeyên serdana Iraq û Sûrî kirine jî li gorî vê ajandayê hin hevdîtin kirine.

Armanc û hewildanên dewlata Tirk hemû ji bo wê yekê ne ku li herêmê Tevgera Azadiya Kurd lawaz bike û mîna Başûrê Kurdistanê xwe li herêmên din jî bi cih bike yanî dagir bike. Ji bo vê ji derveyî dewletên herêmê, bi gelek aliyên din re jî hevdîtinan dike. Yek ji van dewleta jî Rûsya ye.

Ji ber pozîsyona Rûsya ya li herêmê û bandora wê ya li ser rejîma Sûrî, dewleta Tirk dixwaze bi destê Rûsyayê li herêmê hin awantajan bi dest bixe. Em ji bîr nekin ku beriya niha bi demekê li herêma Eyn Îsa bi tevlîbûna aliyên Rûs, Sûrî û QSD’ê civînek hat lidarxistin. Ev civîna ku mijara wê êrişkariya artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Eyn Îsa bû, veguherî tehdîdên li dijî QSD’ê. Piştî civînê hat gotin, Rûsya ji QSD’ê xwestiye herêmê radestî rejîma Sûrî bike. Piştî ku QSD’ê ev qebûl nekir, aliyê Rûs ji bo vê daxwaza xwe li ser QSD’ê ferz bike, xwe li êrişên Tirk kerr û kor kir.

Bêgûman dewleta Tirk ji bo vê firsenda ku bi saya Rûsyayê bi dest xistiye, veguherîne serketinê ket nav liv û tevgerê. Armanc tesfiyekirina aliyê Kurd û desteserkirina destketiyên wan e. Aliyê Tirk, di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi hevkariya bi PDK’ê û Bexdayê re li dijî Şengalê da îmzekirin derket. Pê re derket holê ku pîlanên tên kirin Şengalê jî dihewînin.

Hevdîtinên li Bexda, Şam û Hewlerê, berfirehiya pîlanan radixin ber çavan. Ev pîlan, tesfiyekirina Kurdan dikin armanc. Ew bêyî erêkirina hêzên NATO´yê ne gengaz e ku bi pêş bikevin. Lewma wisa diyar e ku di nav van pîlanan de gelek dewletên cuda jî hene.

Di nav van pîlanan de wisa diyar e ku rola sereke li gel dewleta Tirk, PDK’ê hildaye ser milê xwe. Aliyên dixwazin van pîlanan pêk bînin, beriya her tiştî dixwazin li ser sêkoşeya Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ku di bin serweriya gerîla de ye têxin kontrola xwe. Bi vê,  ew hewil didin ku hêzên li dijî êrişkariya xwe bê taqet bikin û bê destek bihêlin. Bî vî awayî wê karibin êrişî Şengalê, Rojava û herêmên din jî bikin.

Dewleta Tirk ji bo komên çete yên ji herêma Idlîbê vedikişîne li vê herêmê bi cih bike bi PDK’ê re li hev kiriye. Ev çeteyên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xwîna gelê Kurd rijandin, niha jî dixwazin li vê herême Kurdan bi wan bidin qetilkirin.

Çawa ku piştî hevdîtina Kazimî li Bexdayê teqîn li ser teqînê pêk hatin, piştî serdana Hakan Fîdan jî êrişên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Qetilkirina Hevseroka Meclîsa Til El Şayir a ser bi Deşîşa ya li başûrê Kantona Hesekê Seda Feysel El Hermas û cîgira wê Hind Letîf El Xidar, bi van hevdîtinan ve girêdayî ye. Çi balkêş e ku wek teqîna li Bexdayê, qetilkirina herdû jinan jî DAIŞ'ê girt ser xwe.

Bi bûyer û pêşveçûnên siyasî yên li herêmê re rewşa herême her roj diguhere. Dewleta Tirk ji bo gelê Kurd li herêmê nebe xwedî statu, bi hevkarên xwe ve di tesfiyekirina Kurdan de bi israr e. Xwedîderketina Kurdan li azadiyê û li doza xwe, wê di vê pêvajoyê de diyarker be. Êdî ji derveyî azadiyê ti rêya din a Kurdan nîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.