Ji dagirkeran re rê çêneke!

Yekşem 28 Tebax 2022 - 22:30

  • NPG´ê got, NPG´ê got, PDK´ê 27'ê Tebaxê bi çêkirina rêya ber bi qadîn Berxwedanê yên li Metînayê dixwaze bike ku tank û wesayitên zirxî biçin bereya şer û dewleta Tirk a li Şikefta Birîndara û Werxelê xitimiye, rizgar bike. NPG´ê wekî din got, bi çêkirina vê rêyê jî PDK wê nikaribe rejîma AKP-MHP'ê û dewleta Tirk a tengav, rizgar bike.  

Fermandariya Biryargeha NPG'ê bang li PDK'ê kir da ku rê ji dagirkeran re çêneke û got, ev karê PDK dike, dikare bibe sedema şerê nava Kurdan. NPG`ê bang li raya giştî ya demokratîk, gelên Kurdistanê û welatparêzan jî kir da ku hewl bidin PDK'ê ji hewldaneke bi vî rengî vegerînin.

Fermandariya NPG´ê bi daxuyaniyekê got, şer di rewşa heyî de gihîştiye qonaxeke gelekî krîtîk û ew bi biryar in ku dewleta Tirk têk bibin.

NPG'ê bi bîr xist ku dewleta Tirk 14'ê Nîsana 2022’yan li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kiriye û ji hingê ve hêzên wê berxwedaneke gelekî mezin û dîrokî dikin.

NPG´ê got, dewleta Tirk a mêtinger hesabê wê yekê dikir ku zû van herêman dagir bike, lê belê dewleta Tirk tevî gelek piştgirî û çekên li gorî qanûnên navneteweyî qedexe jî, nekariye di çar meh û nîvan de dagirkeriyê bibe serî.

NPG´ê li ser rewşê got, “Dewleta Tirk di vê êrişê de xitimiye û li ber têkçûnê ye. Şerê me yê bi dewleta Tirk re bi rengekî bêeman dewam dike. Şer bi rewşa heyî di asteke gelekî girîng û krîtîk de ye.”

Neçar e vekişe û biçe

NPG´ê bi bîr xist ku ji 25'ê Gulanê ve şer li xeta Girê Hakkarî û Girê Amediyê giran bûye û wiha dewam kir. Em bi biryar in ku li vê derê teqez dewleta Tirk têk bibin. Dewleta Tirk wê nikaribe van deveran bi dest bixe. Neçar e ku xwe vekişe û biçe; heger venekişe wê tine bibe. Gelê me û raya giştî baş zanin ku em vî şerî weke şerekî taktîkî nanirxînin. Di serî de gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên neteweyî yên tevahiya gelê Kurdistanê û paşeroja demokratîk a gelên herêmê, em weke şerekî stratejîk dibînin. Ev şer ji bo berjewendiyên neteweyî û paşeroja azad a gelê Kurd berxwedaneke demokratîk û neteweyî gelekî girîng e. Lewma berdêla xwe çi dibe bila bibe, em bi biryar in ya pêwîst bikin.”

PDK rê ji dagirkeran re çêdike

Li ser nûçe û belgeyên nîşan didin ku PDK bi çêkirina rê çûye bi hewara dewleta Tirk a dagirker ve jî NPG´ê got, “Di demekê de ku şerê navbera me û rejîma AKP-MHP'ê ya qirker li xeta navbera Girê Hakkarî, Girê Amediyê û Sêgirê gihîştiye nuqteyeke gelekî krîtîk, sibeha 27'ê Tebaxê, li navbera vê xetê, ji parkeke li wê derê ber bi qadên me yên berxwedanê ve, hêzeke ewlekariyê ya hêzên PDK'ê bi makîneyên kar dest bi çêkirina rê kir. Em baş dizanin ku bi çêkirina rê ya li wê derê, bi anîna tank û wesayitên zirxî ji wê rêyê, hewl dide ku dewleta Tirk a li Şikefta Birîndara û Werxelê xitimiye, rizgar bike. Lê belê eşkere ye ku rêya li vê derê tê çêkirin jî wê nikaribe rejîma AKP-MHP'ê û dewleta Tirk a tengav bûye, rizgar bike. Çêkirina vê rêyê wê ji bo dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP'ê ya tengav bûye bê wateya piştgiriyeke şênber û destwerdana li şer.”

Rê dibeBer bi şerê nav Kurdan ve

Navenda Parastina Gel, NPG´ê PDK hişyar kir û wiha bang lê kir: “Banga me li rêveberiya PDK'ê ye; vê rêya ku dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd de çêneke. Em bang li hêzên Kurdistanî hemûyan dikind a ku ji bo pêşîgirtina li çêkirina vê rêyê, erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin ku ev rêya ji aliyê PDK'ê ve tê çêkirin, ji bilî xizmeta ji rejîma AKP-MHP'ê ti wateya xwe nîne.

Eşkere ye ku anîna vê rêyê ji aliyê PDK'ê ve ber bi navenda eniya şer, wê were wateya tevlîbûna yekser a li şer. Di vê demê de rûdana şerekî navbera Kurdan wê bibe nebaşiya herî mezin a li hemberî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd û dijberiya li tevahiya gelê Kurdistanê. Lewma di vê demê de divê PDK karekî bi vî rengî neke. Bi vê armancê em bang li raya giştî ya demokrtîk, gelê Kurdistanê, sazî û kesayetên welatparêz dikin da ku hewl bidin ji bo ku PDK'ê ji hewldaneke bi vî rengî vegerînin, lewma ev gav dikare bibe sedema şerekî navbera Kurdan.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.