Ji CPT’ê re 290 name
Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:58
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî tecrîda Îmraliyê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re, da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya TJK-E’yê de, Meclîsa Jinan a li bajarê Bremen ê Almanyayê, 290 name ji CPT’ê re şandin.
Meclîsa Jinan a Sêvê ya Brmenê daxuyaniyek da û got:“Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Ev 3 sal in ti agahî jê nayê wergirtin. Tevî hemû serlêdanan jî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re pêk nayên. CPT tecrîda Îmraliyê nabîne. Tevî ku CPT di Çileya 2024’an de çûye Tirkiyeyê, radigihîne ku serdana Îmraliyê nekiriye. Têkildarî serdana xwe ya beriya wê li jî, tiştekê nabêje. CPT çi diveşêre? Em jin tecrîda Îmraliyê qebûl nakin. Lewma em bang li CPT’ê dikin ku li gorî prensîbên xwe yên damezrandinê tevbigere.”
NAVENDA NÛÇEYAN