Ji çeman ber bi behrê; Filistîna Azad

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 12 Hezîran 2024 - 00:18

  • Piştî şerê Filistîn û Îsraîlê li gelek deverên dinyayê xelkê piştgiriya Filîstînê kir û Îsraîl jî protesto kirin. Niştecihên hunermend ên Emerîkî jî ji bo piştevaniya xwe nîşan bidin hin sembolên Filistînê tevî çand û rêûresmên xwe nirxandin û berhemên dijîtal ava kirin.

ARDÎN DÎREN

Rêxistina bi navê “The Red Nation” (Netewa Çermsor) ku li Emerîkayê li hember kapîtalîzm û dagirkeriya Emerîka hate ava kirin di 13’ê Cotmeha 2023’an de ji bo piştevaniya Filistînê belavokekê belav kir û got; “Weke pêşengên kabîleyan û hemû niştecihên Emerîkî yên çermsor didin zanîn ku em li pişta Filistînê ne. Rêya me û ya wan yek e. Em ji bo ku ax û erdên xwe ji dagirkeran bistînin li ber xwe didin. Niştecihên Emerîkî jî eynî weke Filistîniyan bi şidet û pêkûtiyên dagirkeran re rû bi rû dimînin.” 

Hunermend û sêwirînerên çermsor ên li Emerîka dijîn ev demek dirêj e di warê hunerî de piştgiriya Filistînê dikin. Ew di her gavê de berhemên bi mane û tesîr çêdikin da ku xelkên li dinyayê bêhtir hay ji zilma Îsraîlê ya li ser Filistînê hebin. Yek ji van hunermendan Victor Pascual e. Ew niha li Minnesota ya Minneapolis dijî û bi karên grafîkê re mijûl e. Qederê salekê ye ku piştgirî dide tevgera hevkariya Filistînê û bi vê armancê posteran çêdike. Posterên ku çêdike jî li ser hesabê xwe yê instagramê parve dike. Yek ji posterên wî yên ku herî zêde hatiye belavkirin û hezkirin ew postere ku bi teknîka “boyaxkirina qûmê” tê çêkirin. Ev şêwaz di heman demê de ji bo xelkên Navajo û niştecihên din ên Emerîkî weke şîfa ye. Yanî xelk bi vê şêwazê ji êş, kul û derdê xwe re şîfa dibînin û rehet dibin. Victor Pascual jî di bin tesîra vê şêwazê de maye.

‘Destana Vejînê’ parêzvaniya dinyayê

Victor Pascual wekî din bi gelek rêûresmên din jî dadikeve û posterên balkêştir jî çêkiriye. Weke nimûne wî bi postere xwe yê bi navê “Destana Vejînê” du fîgûran çêkiriye. Ew mêr û jinên ewil hatine dinyayê weke parêzvanê erda Filistînê sêwirandiye. Her wiha wî nexşeyekê jî çêkiriye li ser poster. Şerîdên ku bi rengê şîn û qehweyî çêkiriye jî di rêûresmên xwecihên Emerîkî de tê maneya aheng û guncanîyê. Ev şerîd ji dêvla ku li jora nexşeyê bigihîjin hevdu, li gor destanê, di deriyê dinyayê de valahiyekê ava dikin. Pascual ku ji bo karê xwe axivî, got; “Bi van berheman min xwest ez balê bibim ser parêzvaniyê, ji lewma em insan vî tiştî dikin. Em tenê xwe naparêzin her wiha em tiştên derûdora xwe jî diparêzin. Di heman demê de ji van tiştan girîntir em dinyayê diparêzin.”

‘Em hay ji we hene’

Vicot Pascual di posterekî din de jî balê biriye ser sembola berxwedana Filistîniyan. Yanî wî bi rengên cuda ku her reng çand û rêûresmeke cuda temsîl dikin zeveşekî sêwirandiye. Ev berhema wî ango posterê wî jî bi awayekî spiral (gilover) hatiye sêwirandin. Pascual dide zanîn ku bi vê berhema xwe balê biriye ser gerdûnê û dibêje; “Armanca min di vî tiştî de ew bû ku bibêjim, ‘Em hay ji we hene.’ Em xwedî û niştecihê vê axê ne. Ji van tiştan jî girîngtir em insanên vê gerdûnê ne. Em dilsoz û parêzvanên qenc ên vê axê ne. Dikarim bibêjim ku peywira parêzvaniya axa Filistînê jî li ser milê me ye.”

Yekîtiya jinan temsîl dike

Danielle SeeWalker jî yek ji hunermendên jin e ku li Dakotaya Bakur dijî. Ew endamê Kabîleya Rock Sioux e. Xebata wê ya bi navê “G is for Genocide” (S ya Jenosîdê) ku di 8’ê Adarê de hate parvekirin gelek nîqaşan da destpê kirin. Li gor hesaban Danielle SeeWalker ew ê li bajarê Vail ê Coloradoyê beşdarî bernameyeke hunermendan bibûya lê li piştî ku wê resm li ser hesabên xwe parve kir beşdarbûna wê ya ji bo bernameya hunerî hate betalkirin. Danielle SeeWalker resmê xwe bi akrilik, sprey û boyaxa zeytî çêkiriye. Ev resmê wê jî yek ji berdewamiya porteryên jinên xwecih e ku ew bi salan li ser van tabloyan dixebite. Danielle SeeWalker da zanîn ku ev resmê wê yekîtiya jinên xwecih ên Emerîkî û Filistînî temsîl dike. 

Serpêhatiyên bavûkalan hatin bîra min

Jina ku Danielle SeeWalker xêz kiriye bi desenên diranên xezalekê û egala Filistîniyan hatiye xemilandin. Diranên xezalan di rêûresmên xwecihên Emerîkî de prestîjê temsîl dikin. Keziyên sor ên jinikê jî ala Filistîniyan temsîl dike. SeeWalker ji bo resmê xwe got; “Min li wan nûçeyên xerab ên di televizyonan de dihatin nîşandan temaşe dikir. Tiştên min didîtin bivênevê ez birim rojên berê û serpêhatiyên bav û kalên me hatin bîra min. Min nexwast ez xemgînî û bêhêvîtiyê resm bikim. Lê heta ji min hat ez bi berxwedan û qayîmbûnê daketim. Gava ez li dîroka xekê xwe dinihêrim em li Emerîkayê gelek hindik in. Lê zemanekî em bi milyonan bûn. Me li ber xwe da, nîşan da û em li ser piyan man. Ez niha dinihêrim heman tişt ji bo Filistîniyan jî li dar e.”

Kampanyaya The Red Nation

Resmê bi navê “From teh River to the Sea” (Ji çeman ber bi behrê) yê Nipinet Landsem jî têra xwe balkêş e û bi gelek sembolan dagirtî ye. Landsem bi zimanê xwe yê zikmakî yê Michîf li ser poster wiha nivîsandiye; “La rivyer oschi la mer ishi, Palestine ka-tipeymishowak” (Ji çeman ber bi behran ew ê Filistîn azad bibe). Ev resmên hunermendên xwecih di çarçovaye kampanyaya ku The Red Nation daye dest pê kirin de hatine çêkirin. Gelek ji van berheman li ser medyaya civakî hatine belavkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.