Weşanxaneya Wardoz pirtûkeke nû ya zargotinê çap kir. Pirtûka bi navê "Zilam ez im, milam kî ye? Zargotina Kurdên Sûrîyeyê" ku berhevkariya wê nivîskar û lêkolîner Celîlê Celîl kiriye ji 344 rûpelan pêk tê.

Celîlê Celîl weke her car weke ku wî jî digot “ketiye pey nêçîra forklorê” û di vê pirtûkê de gelek fabl, pêkenok, çîrok û xeberoşên zargotina Kurdên Sûriyeyê berhev kirine.

Edîtoriya pirtûkê jî Bahoz Baran û Mem Mukrîyanî bi hevre kirine.

Kesên ev pirtûk bixwazin dikarin ji hesabê Weşanên Wardoz re binivisînin û pirtûkê bi dest bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN