Ji çêbûnê heta îro gerdûn
Şemî 31 Tîrmeh 2021 - 04:52
Pablo Carlos Budassi bi înfografîka xwe diçe 13.7 milyar sal berê. Ji “Teqîna Mezin” heya îro serhatiya gerdûnê di xebata xwe ya bi navê “Nature Timespiral” de nîşan dide. Belê ji destpêkê heya jiyana me ya nûjen a niha behsa rêwîtiya dinyayê û her wiha ya gerdûnê dike.
Budassi ji bo înfografîka xwe pergaleke bi dîmen ava kir û bi vê pergalê serhatiya mirovahiyê ya hezar salan nîşan dide. Budassi dibêje, “Her milyar sal, bi 90 derece ya spîralê tê temsîl kirin. Hurgiliyên 500 milyon salên dawiyê jî dîsa 90 derece ya spîralê ango xeleka min xêzkirî de nîşan didim.” Budassi bedewiya galaksiyê bi sahneyên dinyayê yên ku em bi salan tê re derbas bûne, dike yek û di vê xebata xwe de behsa pergala rojê, demên qeşayê û peresîna (evrim-evolution) mirovahiyê dike.
Çawa çêdike?
Budassi beriya niha jî bi grafikên wiha înfografîkan çêkiriye lê ev înfografîka wî ya herî balkêş û mezin e. Budassi bêhtir bi mijarên zanyarî dadikeve û piştî agahiyan kom dike ew înfografîkên bi vî rengî çêdike. Budassi dibêje, “Ez ji înfografîkên heyî sûdê digirim. Ev agahî bê wêne ne, piştî ez li rûpelên wîkîpedîa dinihêrim digihîjim hin encaman û bi van agahiyan înfografîkên xwe çêdikim.”
Timî nû dike
Budassi dibêje ku piştî pêşketinên astronomîk û zanyarî mecbûr e grafîkên xwe rojane bikim, divê li gor pêşketinan guhertin werin çêkirin.
Xebata Budassi ji hêla dîtbarî zêde tevlîhev dixweye lê ew ji bo vê xebata xwe bi hurgilî dixebite. Budassi dibêje, “Ez bi heval û mamosteyê xwe yê bi navê Rasmus Grønfeldt Winther dixebitim ku ew profesor e. Ez û ew bi qasî du an jî sê hefteyan niqaşan dikin û piştî van niqaşan ez grafîkan amade dikim, carinan wêneyên orîjînal bikartînim û ji îlûstrasyonan kolajên bi vî rengî derdixim holê.”
Budassi herî dawî dibêje ku ev şêwaza wî ya ku agahiyên zêde di naveroka xwe de dihewîne dike ku bala temaşevan zêdetir bikêşe. Budassi, “Li gor min grafîkên min ango xêz û logarîtmayên min yê gerdûnê zêde bi hurgilî ne û agahiyên baş tê de hene. Bi wêneyên rastîn jî ez dikim ku xebata min bêhtir populer bibe û were hez kirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN