Xebatên projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” a komxebatên çand û hunerî ew ê li Wanê di meha Kanûnê de dest pê bikin.
Komeleya Hunerê ya Aryenê ya li Wanê xebatên xwe dide meşandin, bi hevkariya ŞanoWan, Komeleya Jinan a Starê, gelek hunermend û hunerhezan dê bi projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” dest bi xebatên xwe bike. Di çarçoveya xebatên projeyê de dê komxebatên wêne, sînema, şano û muzîkê werin lidarxistin. Dema ji bo projeyê hatiye diyarkirin jî dê salek be.
Mamosteya wêneyê Zozan Bor, derbarê projeyê de axivî û ev agahî dan: “Dê pêşiyê komxebatên wêneyê dest pê bikin û her wiha ji îro pê ve jî em ê qeydiyan bigirin. Dê miracaet li Kargeha Aryen Hunerê werin girtin. Em li bendê ne ku dê hemû jinên temenê wan di navbera 16 û 40 saliyê de miracaetên kargehên me bikin.”
Bor, da zanîn ku waneyên ku Neşe Toprak bide jî dê bêhtir di mijara kolajê de bin û dê komxebata wê jî di 2’yê meha Kanûnê de dest pê bike û got: “Ew ê perwerdeya kolajê 3 rojan bidome, jinên dixwazin bi me re bixebitin, dê karibin piştî 3 rojan, heya 3 mehan perwerdeya wêneyê bibînin.”
Werin bibin hevkarê me
Bor da zanîn ku berhemên ji her çar beşên hunerê derdikevin dê pêşiyê li Wanê, piştre jî dê li 4 bajarên cuda, bi pêşengehan werin nîşandan û got “Ev proje tenê ji bo jinan hatin amadekirin. Armanca me ew e ku em hest, raman û fikrên jinên hunermend û hunerhez derxin pêş. Her wiha em dixwazin ev hest, raman û fikrên hunerî yên jinan, derxin pêşberî gel jî. Dîsa em dixwazin jinên hunermend û hunerhez ên Wanê bînin cem hev, bidin nasîn û bi wan re xebateke komîn derxin holê.”
Bor ji bo komxebatan banga tevlîbûnê kir û got: “Werin hevkariya me bikin!”
MA/WAN