Ji bo zarokên seqet perwerde

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:53

Rêxistina Nûdemê ji bo zarokên astengdar dewreyeke perwerdeyê ya muzîk, wêne û lîstikan vekir. Ev perwerde wê 40 rojan dewam bike.

Perwerdeyê li parka Ronîwarê dest pê kir. Rêvebera Bicihkirinê ya Rêxistina Nûdemê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Daviyan Mehmûd got, "Projeya me bi navê ’Pirek ber bi Kobanê ve’ dest pê kir. Bi projeyê, em ê bi perwerdeya zarokên astengdar di her warî de dakevin. Dar jî wê ji aliyê zarokên astengdar ve bê çandin. Ev proje jî wê 40 rojan dirêj bike."

Hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê Mihemed Berho jî anî ziman ku zanîngeha Kobanê jî tevlî projeya Rêxistina Nûdem a ji bo zarokên astengdar bûye û got, "Ev perwerde jî bi xwe re bipêşxistinekê ji zarokên astengdar re pêk tîne. Perwerdeya me ji aliyê kadroyên zanîngeha Kobanê û kesên pispor ve tê birêvebirin."

ANF/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.