FIRAZ BARAN
Ma Musicê Mijdara 2024’an pirtûka bi navê “Repertuara Stranbêjiyê” çap kiribû. Dirûşmaya wan “Mîlyonek pirtûk mîlyonek zarok” bû. Bo pirtûkê vîdyoyên baş parve kiribûn. Ez ji banga Şêrko Kanîwar û Saryayê bi tesîr bûm.
Dixwestin ku vê pirtûkê bigihînin her mala kurdan. Min jî telefona Ma Musicê kir û ji wan pirtûkek xwest. Pirtûk duh hat. Ez spasiya wan dikim.
Pêşî hezar nusxe çap dikin û di demekê kurt de diqede. Niha amadekariya çapeke nû dikin. Bo çapa duyemîn dixwazin 20 hezar pirtûk çap bikin. Jixwe 3 hezar kesî siparîş dane.
Naveroka Pirtûkê
Pirtûk bi formata A4 hatiye çapkirin. 233 rûpel e û ji du beşan pêk tê. Beşa Stranên Zarokan û beşa Stranên Gelerî.
Di beşa Stranên Zarokan de 50, di beşa Stranên Gelerî de 60 stran hene. Gotinên stranan nivîsandine û notayên wan danîne. Ji bo guhdarkirinê QR koda stranan jî amade kirine. Min bi kelecan ewil strana Dîko Dîko guhdarî kir.
Stranên pirtûkê kurmancî, dimilî û soranî ne û bi tîpa alfabeya Latînî hatine nivîsandin.
Kedkarên Ma Musicê
Ma Music li Amedê dibistana zarokan e û perwerdehiya muzîkê dide zarokan. Di beşa Stranên Zarokan de bala min kişand. Şêrko Kanîwar di 32 stranan de wekî helbestvan û bestekar cih girtiye. Lewma min telefona Mamoste Şêrko kir û wî pîroz kir.
Min got: “Mamoste, we danasînek baş li Fûara Pirtûkan a Amedê kiribûn, ger hûn li Ewropayê jî danasînan amade bikin dê baş be.” Keniya û got: “Ez hatim Ewropayê. Pêşwaziyek baş derketiye. Em benda çapa duyemîn in. Em hewl didin ku meha Sibat û Adarê li çend bajarên sereke danasînan bikin û emê gelek bajaran jî rojên îmzayê li dar bixin.”
Emê bi kelecan li benda Mamoste Şêrko bin. Ji xwe zarok Mamoste Şêrko nas dikin û dema ku dibînin yekser li dora wî dicivin. Cihê ku ammostê lê ye rûyê zarokan dikenin û dengê stranên kurdî bilind dibin.