Ragihandina ser bi PDK’ê, îdîa dike ku ciwanên li Herêma Bradostê bi malbateke ji Suriyeyê re hatine girtin. Lê bavê yekî ji ciwanan got; “Nûçeyên bi vî awayî hemû derew in, beriya ku zarokên me werin revandin, malbateke ji Surî li ser sînor hatibû girtin. Dixwazin bûyeran bi hev ve girê bidin, lê em vê yekê red dikin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk rojane bombeyan li herêm û gundên Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Herî dawî dewleta Tirk a dagirker, 30’ê Kanuna 2021’ê du ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên ji gundê Dayla yê ser bi bajarokê Sîdekan a ser bi Herêma Bradost a ser bi Hewlêrê, revandin. Dewleta Tirk ev ciwan ji nav xaka Başûr revandin û birin Tirkiyeyê.

Gund hîna dagirkirî ye

Niha ragihandina PDK’ê bi hinek nûçeyan dixwaze, revandina ciwanan berovajî bike. Ragihandina PDK’ê dibêje, ew ciwan di dema qaçaxçitiyê de hatine girtin.

Yek ji ciwanên dewleta Tirk ew revand, Ekrem Xelîl Zikrî ye. Bavê Ekremî, Xelîl Zikrî li ser îdîayên ragihandina PDK’ê got, “Malbateke ji Suriyeyê ya ji 5 kesan, beriya ku zarokên me werin revandin, li ser sînor hatin girtin. Lê niha hewl didin bûyeran bi hev ve girê bidin, ti peywendiya kurê min bi wê malbatê re nîne. Dixwazin vê bûyerê bi qaçaxçitiyê ve girê bidin. Ev nûçeyên bi vî awayî ne rast in.”

Xelîl Zikrî di dewama axaftina xwe de dibêje; “Ti peywendiya malbata Sûrî ya li ser sînor girtî, bi me re nîne, lê dixwazin vê yekê bi girtina zarokên me ve girê bidin. Nûçeyên bi vî awayî dûrî rastiyê ne û em red dikin.”

Piştî ku her du ciwan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin revandin, leşkerên Tirk pêr dor li gundê Dayla girt. Leşkerên Tirk nahêlin kes ji gund û malên xwe derkeve.

ROJNEWS/DIHOK