Di 28’ê Nîsanê de du welatiyên sivîl yên ji Rojhilatê Kurdistanê ku xelke devera Zimizînan yê bajarê Serdeştê ne û nîştecihên bajarê Mihabadê de, ji bo komkirina giyayên biharê li sînorê bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê çûbûn zozanên Xinêre yê girêdayî navçeya Sîdekan a Hewlêrê. Rojek piştî çûyîna wan ya zozanên Xinêre, ji ber bombebaranên balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li herêma Xinêre şehîd bûn. Nasnameyên kesên şehîd bûne; Resûl Yûnis zewicî ye û bavê sê zarokan e, Ehmed Heydî xwedî zarokekê ye, temenê wan jî di navbera 45-55 de ye. Lê ji ber asêbûna deverê û metirsiya êrişên hewayî yên dewleta Tirk tu kesê newêrî li deverê li cenazeyên welatiyan bigere. Kesek nêzîkî malbatên her du welatiyan agahî dan û wiha got:“Îro malbat û xizmên her du şehîdan hatin Başûrê Kurdistanê. Li gel îdareya herêmê lihev kirin û destûr ji wan re hate dayîn ku biçin cihê bombebaran lê pêk hatî. Li wê derê me cenazeyên her du şehîdan dît ku di encama êrişa dewleta faşîst a Tirk de jiyana xwe ji dest dan.” Herwiha da zanîn ku tenê destûr dan wesayîtek bi wan re biçe cihê bombebaranê û wan karîn cenazeyên wan ji cihê bombebaranê bînin.
Derbarê sedema çûyîna wan her du kesên ji bo herêma Xinêre jî kesê nêzî her du malbatên xelkê Rojhilatî wiha got:“Ehmed Heyderî û Resûl Yûnisî her du jî zewicî ne, xwedî zarok in, rewşa wan a aborî gelek xirab e û di kirêyan de ne. Ji bo xwarin û firotinê çûbûn wê deverê ku giyayê biharê kom bikin.”
ROJNEWS