Ji bo vegera Efrînê ewlehî divê
Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:05
Koçberên ji Efrînê yên ku niha li Helebê dijîn, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker hîna jî baregehên xwe yên leşkerî li Efrînê hiştine û sûcên li dijî gel bê hesab berdewam dike.
Koçberên ji Efrînê yên ku niha li Helebê dijîn, gotin heta artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi temamî ji Efrînê venekişin, ew venagerin herêmên xwe.
Îbrahîm Horo diyar kir ku ew du caran rastî koçkirina bi darê zorê hatiye, cara yekem piştî dagirkirina Efrînê û cara duyemîn bi dagirkirina Şehbayê re, ku ew neçar mane ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê koçber bibin.
Îbrahîm Horo diyar kir ku şêniyên Efrînê de dema koçberkirinê de rastî binpêkirin û destdirêjiyê hatine.
Îbrahîm Xelîl jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hîna jî baregehên xwe yên leşkerî li Efrînê hiştine û sûcên li dijî gel bê hesab berdewam dike. Îbrahîm Xelîl xwest ku aliyên navneteweyî der barê mijarê tevbigerin û çareseriyên bingehîn ji koçberên Efrînê peyda bikin.
Ebdo Beyrem Hisên jî diyar kir ku koçberên ji Efrînê bi salan e ji bo vegerê li ber xwe didin, lê heta niha ev maf bi cih nehatiye.
Koçberan her wiha bal kişand ser helwesta desthilata Şamê û xwest helwesteke zelal li dijî dagirkeriyê nîşan bide.
ANHA/HELEB/NISRÎN ŞÊXO