Ji bo Tûglûk kampanya îmzeyan

În 7 Çile 2022 - 22:42

  • Ji welatên cuda, jinan ji bo balê bikişînin ser rewşa Aysel Tûglûk, bi sernavê “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. 

Ji welatên cuda, jinan ji bo balê bikişînin ser rewşa Aysel Tûglûk, bi sernavê “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. 

Ji bo berdana alîkara berê ya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin û rewşa siheta wê giran dibe, bi sernavê  “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Kampanya ku bi hedefa heta 12’ê Çile hezar îmzeyî hat destpêkirin, ji niha ve 2 hezar û 545 kesan îmze kiriye. Ji Emerîkayê heta bi Elmanya, ji Holanda heta bi Swêdê, gelek jin li kampanyayê xwedî derdikevin. Di çarçoveya kampanyayê de wê di 14’ê çile de bi parvekirinên “Ji hezar jinî yek jî ez im” ji bo azadiya Tûglûk û hemû girtiyan çalakiya hayjêbûnê bê lidarxistin.

Kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê, dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin kampanyayê: 

https://forms.gle/AdzkAsxHiRqDfgUU6

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.