Di 15’ê Sibatê de ji dayîk bû dema ku Rêber Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Diya wî navê wî kir Ocalan, ji ber ku dixwest tolê bistîne.
Di roja reş de ji dayik bû. Tekane armanceke dêya wî hebû, divê tola xwe ji kesên Rêber Abdullah Ocalan dîl girtine, bistenda. Ji bo vê zarokek anî dinyayê. Diya wî navê wî kir Ocalan. Ocalan wê bibûya yek ji hêviya gelê Kurd. Her ku ew mezin bû diya wî je re qala Rêber Abdullah Ocalan, Kurdbûn û Kurdistanê kir. Bi vî awayî mezin bû. Kengî bi firê ket ji bo hesabpirsînê berê xwe da çiyê.
Ocalan dibêje ‘Ez di 15’ê Sibatê de dema ji dayik dibim, diya min navê min dike Ocalan’. Dema jê tê pirsîn çima navekî wisa dane wî, ew bersiveke zelal dide. Yek ji kesê ku divê hesap ji komplogeran bipirse jî ew e.
NAVENDA NÛÇEYAN