Ji bo Tirkan 3 kirin 66

În 6 Çile 2023 - 01:50

Wezîra karê hundir a Elman, Nancy Faeser gava 22´yê Mijdara 2022´yan çû Enqerê û wezîrê Tirk ê şerê taybet Suleyman Soylu dît, bi her halî diyar bû ku bazarên wan li ser Kurdan in. Piştî ku hikûmeta Elman bersiv da pêşniyazpirseke parlamentera federal a Partiya Çep Gokay Akbulut, derket holê ku dewleta Elman êdî ji bo dilê dewleta Tirk a dagirker û faşîst xweş bike, azadiyên sereke yên welatiyên xwe jî binpê dike. Sala 2018´an li 3 welatiyên Elman derketina ji Elmanyayê hatibû qedexekirin û sala 2022´yan de ev hejmar bû 66. Bi giştî li 131 welatiyên Elmanyayê derketina derveyî Elmanyayê hatiye qedexekirin.

Polêsê federal ê Elman îsal bi ser mala Solin G. ya 18 salî de girtibû û pasaporta wê desteser kiribû. Weke sedem jî polês îdîa kir ku dibe ku Solin G. biçe kampeke ciwanan a PKK´ê li Stenbolê.

Polêsê federal ê Elman hema radihêje mewzûatên kontrolên sînor ên li gorî peymana Schengenê û ji bo binpêkirina mafên sereke yên welatiyên xwe bi kar tîne. Ji bo vê daneyên ji Sîstema Agahiyan a Polês, Sîstema Agahiyan a Schengenê, database ya Stolen and Lost Travel Documents a Interpolê tên bikaranîn. Li gorî bersiva hikûmetê ya ku wezareta karên hundir a federal li ser navê hikûmetê da, polêsê federal dikare her wiha agahiyên di çarçoveya qanûnên dijeterorê de jî, “heger bi ya wan lazim be” bi kar bîne.

 

Serîtewandina li ber rejîma Erdogan e

Parlamentera ku pêşniyazpirsa li ser mijarê daye dibêje, ev zûzûka qebûlkirin û serîtewandina li ber rejîma Tayyip Erdogan a li Enqerê ye. Îdîayên polêsê federal ên li dijî jina ciwan a Kurd Solin G., Gokay Akbulut doh ji rojnameya Frankfurter Rundschau re wiha dinirxîne: “Ev min gelekî dibizdîne, gava ku dibînim ka çawa bi lez û bez mafên sereke yên mirovên ji bo mafên Kurdan kar dikin, dikarin bên astengkirin. Gelek caran mixabin ew întîba bi min re çêdibe, weke ku hikûmeta federal serî li ber serokê Tirk Erdogan ditewîne.” 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.