Ji bo têkbirina komployê dakevin qadan!
În 14 Sibat 2025 - 03:40
- Konseya Serokatiyê ya KCK'ê ji bo komploya li dijî Rêber Apo di sala 27’emîn de bi temamî têk bibin bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku dakevin qadan.
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama têkoşîna ku ji wê rojê ve tê berdewamkirin de derfeta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û di sedsala 21’an de jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd çêbûye û wiha hate gotin:“Em bi hemû kîn û hêrsa xwe komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd pêk hatî û hêzên serdest ên kapîtalîst ku şirîkên vê komployê ne careke din şermezar dikin. Em şehîdên bi dirûşmeya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, bêbandorkirina wê û negihîştina armancên xwe yên qirêj û tarî li dora Rêber Apo xeleka agir ava kirin, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Em bejna xwe careke din bi rêzdarî li ber şehîdên xwe yên leheng ditewînin. Şehîdên ronahiya rêya me ne. Em Rêber Apo bi hezkirin û hesret silav dikin ku ev 26 sal in li dijî komploya navneteweyî û pergala êşkenceya Îmraliyê li ber xwe dide.
Pêngava azadiyê ya cîhanî bi pêşengiya dostên me 10'ê Cotmeha 2023'an bi navê "Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk" hat destpêkirin û pêşxistin. Em her kesê ku beşdarî vê pêngavê bûyî, piştgirî dayî, ji bo vê xebat kirî, ked dayî û tevlî çalakiyan bûyî bi coşa xwe ya şoreşgerî silav dikin.
Em bikin roja azadî û rizgariyê
Bi komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêber Apo li dar xistin, xwestin hem qirkirina Kurdan a di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî de dayîn destpêkirin dubare bikin û bi dawî bikin. Yanî ji 15'ê Sibata 1925'an heta 15'ê Sibata 1999'an bîreke civakî û dîrokî ya neyînî heye. Rêber Apo ji ber vê yekê 15'ê Sibatê wekî "Roja qirkirina Kurdan" pênase kir. Loma hem ji hêla dîroka sîyasî û civakî ya Kurdan ve hem jî ji hêla diyalektîka Kurd û Tirkan ve rê li ber pêvajoyeke dijwar vekiriye. Di vê rojê de hem qedera civakî, siyasî, û netewî ya Kurdan hat diyarkirin hem jî Têkiliyên Kurd û Tirkan ketin korerêyekê de. Di rewşa heyî de divê em êdî vê roja reş, vê roja qirkirinê bikin roja azadî û xilasiyê. Hewl û lêgerîna çareseriyê ya Rêber Apo jî ku tevî şert mercên tecrîdê hewl dide ji nû ve pêş bixe, li ser vê bingehê ye.
AKP ne samîmî ye
Herî dawî di navbera Rêber Apo û şandeya DEM Partiyê de hevdîtinek çêbû. Dîsa hikûmet bang li Rêbertiya me dike ku çekan berde û rêxistinê belav bike. Lê belê di şert û mercên xebat û jiyanê de ji bo Rêber Apo guhertinekî biçûk jî nayê kirin. Ji bo ku bersiva van bangên li Rêbertî û Tevgera me tên kirin were dayîn, destpêkê divê şert û mercên xebata azad, ragihandina azad û jiyana azad ji bo Rêber Apo bên afirandin.
Ev hevdîtin û bangên hatine kirin hem di raya giştî ya Tirkiye û hem jî ya Kurdistanê de bendewariyên cur be cur çêkirine. Lê belê li aliyê din jî hikûmeta AKP’ê bi rojane êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûr û gelê me yê li Rojava dike. Li ser bingehê îmhakirinê ev êrîşên qirkirinê bi hemû tundiya xwe didomin. Her roj sivîl, jin û zarokan qetil dike. Hunermendên Kurd, rojnamevan û siyasetmedaran hedef digire. Dîsa êrîşên qirkirina siyasî yên li Bakur û Tirkiyeyê jî, bi hemû leza xwe didomin. Derbeya qeyûm a li şaredariyên gel, didome. Evane hemû bêsamîmiyeta AKP’ê radixe ber çavan. Her kesê ku di nava bendewariyê de ye, divê destpêkê bang li hikûmeta AKP’ê bike ku bi samîmî tevbigere û ji bo pêşketineke wiha jî çêbibe, pratîkeke xurt raber bike.
Divê komplo bi temamî têk biçe
Weke encam; êdî hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem jî di sedsala 21’an de ji bo Kurd li cîhanê ji xwe re qadeke jiyanê ya demokratîk û azad vebikin, derfet heye. Lê belê ya ku dem û zemînê vê diyar bike, sekna Kurdan bi plan, rêxistinkirî û îrade ye. Ji bo ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, di sala 27’an de bi temamî têk biçe, em bang li gelê xwe yên hemû parçeyên Kurdistanê û qadên derveyî welêt dijîn dikin ku têkoşîna şoreşgerî û welatparêziyê mezin bikin. Di serî de jin û ciwanên Kurd xwedî berpirsyarî ne ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jin û ciwanên Kurd dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger dibe, rêxistinbûna heyî mezin bikin, çalakiyan zêde bikin û îradeya xwe hîn xurttir bikin.”
BEHDÎNAN