Ji bo şikandina pêşdarazan dixebitin

Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 03:15

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ew girîng û wateya banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re vedibêjin û got:"Wê ev pêvajo bi serkeftinê bi encam bibe. Em bi vê bawerî û hêviyê dixebitin."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)  û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) di çarçoveya ‘hevdîtinên aştî û civaka demokratîk’ de hevdîtinên bi bawerî û aliyên cuda re didomînin. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş a di hevdîtinan de cih digire da zanîn ku ew girîng û wateyata banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re vedibêjin û hewl didin pêşdarazan bişkînin. Meral Daniş Beştaş daxuyakirin ku ew jiyaneke wekhev nîqaş dikin.

Ji bo şikandina pêşdarazan dixebitin

Meral Daniş Beştaş daxuyakirin ku pirsgirêka Kurd xwedî piştperdeyeke ji polîtîkayên înkarê ya 100 salî pêk tê ye û got desthilatdarî biguherin jî nêzîkatiya li hember gelê Kurd neguheriye. Meral Daniş Beştaş wiha dirêjî dayê: “Ji bo em girîngiya çareseriyê vebêjin em dixebitin. Em li her derê vê dibînin. Gel li gorî kanal û partiyan nêrîna wan bi teşe dibe. Ji hinek mijaran tu agahiya wan tuneye. Ji bo em pêşdarazan bişkînin em dixebitin.”

Wê xebat pêk bên 

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku yek bi yek xwegîhandina kesan zehmet be jî li ser çapemeniyên civakî der barê çareseriyê de xebatan dimeşînin û wiha dewam kir: “Em ê nêzî 2hezar xebatên ku DEM Partî jî tê de ne pêk bînin. Ji ber pêvajoyên berê reşwa bêhêvitiyê heye. Ji ber vê jî pirsên tên pirsî hene. Dema mijar tê vegotin em fêm dikin û îqna dibin. Divê em sedemên ku PKK derxistine holê ji holê rabikin. Ev jî bi gelên Tirkiyeyê re divê bê kirin. Gel di vê mijarê de bi fikar e. Daxuyanî û nêzîkatiyên desthilatdariyê baweriyê nade gel. Sedema vê jî pêkanînên dewletê ne. Wê ev pêvajo bi serkeftinê bi encam bibe. Em bi vê bawerî û hêviyê dixebitin.” 

JINNEWS/ÎZMÎR/MELÎKE AYDIN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.