Ji bo şer raweste tecrîdê rakin

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 02:20

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku li Silopya ya Şirnexê li gel her cure zext û zordariya polîsên Tirk jî sê rojan nobeta aştiyê girtin, anîn ziman wan ji bo ku dawî li şer werê ev çalakî kirine, heta tecrîda li ser Rêber Ocalan domdar be wê şer jî neqedin û xwestin ku dawî li tecrîda li ser Ocalan were. Dayikan her wiha bang kirin ku hemû dayik rabin ser xwe.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ku 15’ê Cotmehê li bajarokê Tilqebînê ya Silopya bi dirûşma ‘’Li dijî şer em aştiyê dixwazin’’ li gel êrîşên polîsên Tirkî sê rojan çalakiya nobetê domdandin gotin ji bo aştiyê çi ji destê wan bê dê bikin û bang li hemû kesî kirin ku deng bidin dengê aştiyê.  

Tişta ji me bê em ê bikin

Yek ji Dayikên Aştiyê Dexîle Atmiş ku di çalakiya de polîsên Tirk derb lê dabû û hatibû binçavkirin diyar kir di dema êrişê de ew bi erdê ve  hatiye kaşkirin û bi vî awayî hatiye binçavkirin. Atmiş, wiha domand: “Heqaret li me kirin. Lê belê tevî vê binçavkirinê jî dayikan dev ji çalakiya xwe bernedan. Ji niha û pê ve jî ji bo aştiyê çi ji destê me were em ê bikin û dev ji daxwaza aştiyê bernadin. Bila gelê me jî ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike.” 

Divê tecrîda li Îmralî rabe

Ji Dayikên Aştiyê Melîha Atak jî bi lêv kir ku li gel hemû binçavkirinan jî dest ji çalakiya xwe ya 3 rojan bernedan, şerê li Li Rojava, Başûr bi bîr xist û got,’’Daxwaza me ew e ku şerê li Xezeyê û her derê cîhanê bi dawî bibe. Ji bo şerê li ser vê axê bi dawî bibe jî pêwîst e tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Her wiha em dibêjin heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin, aştî pêk nayê."

Bil dayik rabin ser xwe

 Têkildarî mijarê yek ji Dayikên Aştiyê Kumru Babat ku 3 rojan li bajarokê Tilqebînê nobet girt jî destnîşan kir ku wan bi beşdariya bi sedan dayikên Kurdistan û Tirkiyeyê hatinê û banga aştiyê kirinê û wiha got: “Nekarîn bi dayikan gavê paşve bidin avêtin. Em dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Daxwaza me ew e ku em hemû bi hev re di nava wekheviyê de bijîn. Em dixwazin şer û zilm bi dawî bibe. Em dixwazin ku her kesê ku dibêje em mirov in dengê aştiyê bilind bikin. Pêwîst e her kes li dijî şer derkeve. Bes bila dayik negrin bila ev şer bi dawî bibe. Li dijî şer bila hemû dayik destê hev bigrin û şer re bêjin edî bes e."

Bila tecrîd rabe

Ji Dayikên Aştiyê Medîha Akay jî anî ziman ku ew naxwazin xwîn birijê û daxwaza wan ew ê ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û aştî pêk were. Akay, ev tişt anî ziman: "Em  bi muameleya gelekî xerab re rû bi rû hatin. Gelek hevalên me hatin binçavkirin. Leşkeran li ber daşirê nobed digirtin û nedihiştin dayik biçin. Anku ew ne bi mirovane û exlaqî bû. Tu çek di destê me de tunebûn me daxwaza aştiyê dikir. Ji laçika me ya spî tirsiyan. Daxwaza me ew ê ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Em dibêjin êdî bes e. Bila tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk were."

MA/MAHMUT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.