Ji bo şehîd Sema 25 dagirker kuştin
În 17 Hezîran 2022 - 21:45
- HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku gerîlayên HPG û YJA-Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Sema Yuce hin çalakî kirine û 25 leşkerên Tirk ên dagirker kuştine.
HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku gerîlayên HPG û YJA-Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Sema Yuce hin çalakî kirine û 25 leşkerên Tirk ên dagirker kuştine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, "Bi wesîleya salvegera şehadeta heval Sema Yuce ya ku bûye navê israra meşa li ser xeta Rêber Apo, hêzên me çalakiyên xurt kirin. Di çalakiyên hêzên me de, yek jê payebilind 25 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, wesayîteke zirxî ya Amarok hat îmhakirin. Artêşa Tirk tunelên şer 19 caran bi teqemenî û çekên kîmyewî bomberdûman kirin, Qadên Berxwedanê 9 caran bi balefiran û 34 caran jî bi helîkopteran bomberdûman kirin."
Agahiyên kite bi kite li ser çalakiyan wiha ne:
Li Xakurkê
Di 14’ê Hezîranê saet 10.30’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Karker dan û 2 dagirker ceza kirin.
Li Avaşînê
Di 15’ê Hezîranê saet 16.40’î de wesayîteke zirxî ya Amarok a dagirkeran bi sabotajê hat îmhakirin û 5 dagirkerên di wesayîtê de hatin cezakirin.
Li Zê (Zapê)
Di 16’ê Hezîranê saet 00.30’î de li du helîkopterên êrişê yên li Qada Berxwedanê ya Karkerê hate xistin. Helîkopter neçar man ji deverê derkevin.
Di 16’ê Hezîranê saet 06.10, 09.30 û 18.30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn da. Dagirker qedemeyekê vekişiyan.
Di 16’ê Hezîranê saet 15.00’an de û di 17’ê Hezîranê saet 01.50, 03.00 û 05.50’an de hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê 4 dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê ceza kirin.
Li Metînayê
Di 15’ê Hezîranê saet 17.00’an de hêzên me bi sekvaniyê dagirkerekî payebilind li Qada Berxwedanê ya Girê FM ceza kir.
Di 16’ê Hezîranê saet 19.10’an de kamerayeke mobese ya ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate îmhakirin. Saet di 22.45’an de bi sekvaniyê dagirkerek hat cezakirin.
16’ê Hezîranê, dagirkeran hewl da li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin. Li ser vê şer qewimî. Saet di 10.40’î de bi sekvaniyê li Girê Şehîd Kendal 3 dagirker hatin cezakirin. Seet di 13.45’an de bi sekvaniyê li Girê Şehîd Şîlan 2 dagirker hatin cezakirin. Saet di 17.40’î de bi sekvaniyê li Girê Şehîd Çekdar dagirkerek hat cezakirin. Saet di 23.30’î de, bi çekên ferdî ji nêz ve li ser Girê Şehîd Çekdar 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Dagirkerekî ku berê xwe da nava erdan jî bi sekvaniyê hat cezakirin.
17’ê Hezîranê saet di 04.30’î de sekvanekî neyar ê li Girê Şehîd Çekdar ê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hat tespîtkirin û bi sekvaniyê hat cezakirin. Saet di 05.10’an de careke din bi sekvaniyê dagirker hat cezakirin.
BEHDÎNAN