Ji bo rûniştina Karakoç banga tevlêbûnê

În 19 Tîrmeh 2024 - 02:35

Rûniştina rojnamevan Serdar Karakoç wê di 24'ê Tîrmehê de were dîtin û di vê rûniştinê de biryara wê radestî Elmanyayê bê kirin an na, bê dayîn. Înîsiyatîfa ji Serdar Karakoç re Azadî banga beşdarbûna rûniştina rojnamevan Karakoç kir.

Rojnamevan Serdar Karakoç ê bi salan e ji bo kevneşopiya çapemeniya azad dixebite, di 23’yê Gulanê de li ser daxwaza Elmanyayê bi hinceta xala 129b'ê li Holandayê hatibû destgîkirin û girtin. Karakoç di 14'ê Hezîranê de bi kefaleta 5 hezar euro hat berdan. Rojnamevan Karakoç hefteyê carekê îmzeya xwe dide û pasaporta wî jî hatiye desteserkirin.

Di danişîna 24’ê Tîrmehê saet 13.30’an de wê biryar bê dayîn ku Serdar Karakoç radestî Elmanyayê bikin an na.

Ne darizandineke hiqûqî ye

Serdar Karakoç li Elmanyayê di navbera Tîrmeha 2017 û Gulana 2018’an de li gorî xala 129b’ê tê darizandin. Karakoç diyar kir Elmanya piştî 7 salan derbarê wî de biryara girtinê daye û got,’’Elmanya di mijara pirsgirêka Kurd de ji dewleta Tirk zêdetir polîtîkayên zordestî dimeşîne. Bi polîtîkaya krîmînalîzekirina gelê Kurd, çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dike. Bi hişmendiya dewleta Tirk nêzîkî pirsgirêka Kurd dibe. Rojnameger û siyasetmedarên Kurd krîmînalîze dike û bi awayekî siyasî didarizîne. Ev darizandin ne hiqûqî ye û piştgiriya polîtîkayên derve yên dewleta Tirk dike.”

Banga tevlêbûna rûniştinê

Înîsiyatîfa Ji Serdar Karakoç re Azadî jî bal kişand ser danişîna ku wê 24’ê Tîrmehê saet 13.30’an bê lidarxistin û wiha domand: “Em bang li hemû gelê xwe, derdorên şoreşger û demokratîk dikin ku di şexsê rojnamevanê Kurd Serdar Karakoç de li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanyayê yên li ser rojnamevan û siyasetmedaran tên meşandin, bertekên xwe bilind bikin û em li benda piştevaniya we ne.”

Navnîşana ku wê rûniştin lê bê dîtin wiha ye:

"Parnassusweg 280

1076 AV

Amsterdam."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.